07:56 24 Tebax 2017
Zindî
    Kerkûk

    DAIŞê bi xwekuj û wesayîtên bombebarkirî êrişî Kerkûkê kir: 12 kuştî û gelek birîndar

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst ên DAIŞê îro berê sibê seet 03.30an êrişî avahiya parêzgariyê ya rêveberiya kevin a polêsan, baregeha asayîşa Kerkûkê, çend dibistan û otêlekî kirin. 12 kuştî û gelek birîndar.

    Kerkûk — Li gorî zanyariyên berdest, du xwekuj çûne nav avahiya rêveberiya kevin a polêsên Kerkûkê. Piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin, yek ji wan xwe teqandiye û yê din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin. 2 xwekujan jî hewldan êrîşî avahiya parêzgariyê bikin lê ji aliyê parastvan û hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

    JI MALÊN XWE DERNEKEVIN

    Rêveberê Polêsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku 3 wesayîtên bombebarkirî li nav Kerkûkê teqiyane lê encamên teqînan nayên zanîn. Qaidr bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji malên xwe dernekevin.

    Serhed Qadir daxuyand ku çekdarên xwekuj êrişê binkeya asayîş û rêveberiya kevin a polêsan jî kiriye û li van deran jî pevçûn berdewam dikin. Li gorî gotina Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, di nav bajêr de jî hinek kes hevkariya DAIŞiyan dikin.

    12 KUŞTÎ GELEK BIRÎNDAR

    Li gorî zanyariyan, çend terorîstên din ketine avahiyeke bilind a otêlekî ku dikeve pişta Nexweşxaneya Kerkûkê, hêzên ewlehiye dora wan girtine û pevçûn li vir jî berdewam dikin. Berpirsên ewlekariyê dibên ew avahiyên nehênî yên DAIŞê bûne û ligel koçberan de hatine nav Kerkûkê. Ji aliyê din ve 2 xwekujên DAIŞê li navçeya Dûbiz a Kerkûkê jî ketine avahiya elektrîkê. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê ev herdu xwekuj jî kuştine û di êrişa xwekujî de jî 12 karmend û sivîl hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê çekên biguman hatin bidestxistin
    250 koçberên ku xwe sipartibûn Kerkûkê vegeriyan malên xwe
    Li Kerkûkê 7 cesed hatin dîtin
    Li Kerkûkê teqîn: Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar
    NY: "DAIŞê 3 hezar kesên ku dixwestin birevin Kerkûkê dîl girtin"
    Etîketan:
    Êrişa Kerkûkê, Rêveberê Polêsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serhed Qadir, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de