02:40 13 Kanûn 2017
Zindî
     Irak Kürt Bölgesel Yönetimi Peşmerge Bakanlığı sözcüsü Helgurt Hikmet

    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Helgurt Hîkmet di derbarê operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê diyar kir ku Mûsil wê gav bigav were girtin û got pêşmergeyên di operasyonê de birîndar bibin wê li Tirkiyeyê werin dermankirin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Helgurt Hîkmet di derbarê operasyona Mûsilê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku operasyon bi awayekî serkeftî berdewam dike.

    Hîkmet got "di çarçoveya operasyonê de şerê li dijî DAIŞ berdewam dike. Di nava van 3 rojan de li eniya Xazirê 9 gund ji DAIŞê hatin girtin. Em niha jî hewl didin ku sînorê xwe ji DAIŞê paqij bikin. Em ê ji wan cihên ku em ji DAIŞê digirin, şûnde venakişin, ji ber ku ew cih herêmên Kurdan e. Di demeke nêzîk de wê di çarçoveya operasyona Mûsilê de li Başîka û herêmên din jî operasyon werin destpê kirin. Operasyon wê gav bi gav bimeşin."

    'TIRKIYE DIVÊ PIRSGIRÊKA MÛSILÊ BI IRAQÊ RE ÇARESER BIKE'

    Hîkmet ragihand ku YBŞ wê beşdarî operasyonê nebe û axaftina xwe wiha dewam kir:

    "Tenê artêşa Iraqê, polîsê Iraqê û hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonê dibin. Leşkerên Amerîka û welatên din ên hevpeymanê jî li bejahiyê beşdarî operayonê nabin. Di derbarê beşdarbûna Tirkiyeyê ji bo operasyonê de em nikarin tiştekî bibêjin. Em Herêma Kurdistanê ne, em ne dewleta Iraqê ne. Meseleya Mûsilê meseleya Iraqê ye. Tirkiye ya ku dixwaze beşdarî operasyonê bibe, divê vê pirsgirêkê bi Iraqê re çareser bike. Ev pirsgirêka Iraqê ye."

    'DIVÊ JI BO PÊŞMERGEYAN ÇEKÊN GIRAN WERIN DAYÎN'

    Helgurt Hîkmet da zanîn ku ji destpêka operasyonê heta niha 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku ji bo operasyona Mûsilê Amerîka û welatên hevpeymanê piştgiriya hêzên Pêşmerge dikin. Hîkmet got "Kanada, Almanya û Fransa di warê çekan de piştgiriya me kirin. Hîn jî pêdiviya pêşmergeyan bi çekên giran heye. Ger kut ê xwestin k udi têkoşîna li dijî DAIŞê de encam were girtin, divê çekên giran ji bo pêşmergeyan werin dayîn."

    'PÊŞMERGE WÊ LI TIRKIEYEYÊ WERIN DERMANKIRIN'

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Hîkmet ragihand ku pêşmergeyên birîndar bibin, wê li Tirkiyeyê werin derman kirin û got "çend roj berê min û Balyozê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê hevdîtin kir. J imin re got em ê ji dermankirina pêşmergeyan alîkariya we bikin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: Em gelekî nêzîkî Mûsilê bûn
    Pêşmerge 10 gund rizgarkirin û 3 kîlometro nêzî Mûsilê bûn
    Fermandar Pêşmerge: Em mihwerên xwe xurt dikin
    Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rizgarkirina gundên Başîka lihev dicivin
    Karayilan: 'Birêz Barzanî xwest em Pêşmerge derbasî Şengalê bikin, me alîkarî da'
    Etîketan:
    rizgarkirin, gav bi gav, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Helgurt Hikmet, Mûsil, Iraq, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de