23:27 24 Hezîran 2018
Sîrwan Barzanî

Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze

© Foto: Facebook.com
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê Hêzên Pêşmerge General Sîrwan Barzanî got ku rêya DAIŞ pê sengerên xwe diparêze, rêyeke tirsokî ye.

Mûsil — Sîrwan Barzanî got: "DAIŞ bi rêyekên tirsok sengerên xwe diparêze ku tunelan dikole û dafikan vedide."

Herwiha generalê kurd diyar kir ku operasyona mihwera Nawranê ji bo herêma Kurdistanê û pêkhateyên herêmê gelekî giring e.

Ji aliyê din ve, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd got: "Pêşmergeyan îro li gelek eniyan bi pêş de çûn û gelek gund rizgar kirin."

Operasyona rizgarkirina Mûsilê îro pêncşemê ket roja xwe ya çaran piştî ku roja duşemê ji aliyê Hêzên pêşmerge, Hêzên Artêşa Iraqê û bi piştgiriya balafirên Hevpeymanê dest pê kir.

 

Bi heman mijarî:

DAIŞê li Mûsilê bi wesayeta bombebarkirî êrişî Pêşmergeyan kir
Şêwirmendê Xemaney: "Ji xeyrî Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe"
Pêşmerge 10 gund rizgarkirin û 3 kîlometro nêzî Mûsilê bûn
4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
Ji leşkerên amerîkî yên ku tevlî operasyona Mûsilê bûne dîmênên pêşî
‘Li Mûsilê 6 hezar çete hene'
Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin
Etîketan:
DAIŞ, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê, Sîrwan Barzanî, Mihemed Hecî Mehmûd, Kurdistan, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de