23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    pêşmerge-pêşmergeyên li mûsilê

    Fermandarê Pêşmerge: Em gelekî nêzîkî Mûsilê bûn

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, Hêzên Pêşmerge îro li eniya Başîqa, Nawêran operasyon li dijî DAIŞê da destpêkirin. Fermandarê eniya Nawêranê yê pêşmergeyan Lîvan Salar bi Spûtnîkê re axivî û ragihand ku wan îro operasyon da destpêkirin, heta niha 5 gund rizgar kirine û tenê 7 kîlometre ji Mûsilê re mane.

    Hikmet Durgun

    Mûsil -Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona Mûsilê de, operasyona nêzîktirîn navçeya Mûsilê Neravê da destpêkirin. Bi hezaran pêşmerge tev li operasyonê bûn ta ku gundên kurdan ji destên DAIŞê derxînin û heta niha 25 endamên DAIŞê hatine kuştin û 5 pêşmerge ji ber hawanan birîndar bûne.

    DAIŞ ÊRÎŞÊN XWEKUJ PÊK TÎNE

    Fermandarê eniya Başîqa Neveranê Lîvan Salar ji Spûtnîkê re axivî û ragihand ku bi hezaran pêşmerge li gel piştgiriya balafirên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê, saet 06:00 sibehê operasyonek daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Me îro gundên Nevaranê, Xursebat, Faziliye û Sîmek stendin û şer li herêmeke nêzîkî Başîqayê berdewam dikin. Niha jî li gundê Şelalatê şer û pevçûn berdewam dikin. Pevçûnên dijwar çêbûn û me gelek derbeyên giran li DAIŞê xistin. DAIŞê îro li gundên Faziliye û Xursebatê bi otomobîlan êrîşa xwekujî pêk anî. 6 êrîşên xwekujî pêk anîn. Me bi çekên Milano û doçkayê ew ruxandin. Balafirên hevpeyamNê sengerên DAIŞê bi xurtî bombebaran dike."

    "GUNDÊN ME BÛN, DAIŞÊ DAGIR KIRIBÛN"

    Salar wiha dewam kir: "Gundên me îro stendin, berê gundên me bûn.  DAIŞê ev gundên me dagir kiribûn. Niha ji bo em van gundên xwe vegerînin, me operasyon daye destpêkirin. Niha jî 7 kîlometre mane heta ku em bigihêjin Mûsilê. Cihê herî nêzîkî Mûsilê niha, eniya Nevarayê ya em lê ne. Em ê heta destpêka Mûsilê biçin lê em ê nekevin nava bajarî. Artêşa Iraqê dê di van gundên me stendin re derbas bibe û têkeve Mûsilê."

     

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Mûsil - Serhildan û operasyon! 60 kuştî 11 binçavkirin
    Etîketan:
    êrîş, DAIŞ, Lîvan Salar, Kurdistan, Başîqa, Nerav, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de