05:18 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge 10 gund rizgarkirin û 3 kîlometro nêzî Mûsilê bûn

    © AFP 2017/ Marwan Ibrahim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro 10 gund ji destê DAIŞê deranîn û 3 kîlometro nêzî navenda bajarê Mûsilê bûn.

    Mûsil — Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro 10 gund ji destê DAIŞê deranîn û 3 kîlometro nêzî navenda bajarê Mûsilê bûn.

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên Başîk, Nawêran û Tilsiqûfê 10 gund ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn, gelek gund dorpêç kirin. DAIŞ bi hawinan dixwaze rê li pêşveçûna Hêzên Pêşmerge bigire, lê belê Hêzên Pêşmerge li ser pêşketinên xwe berdewam in û 3 kîlometro nêzî navenda Mûsilê bûye.

    Li gorî agahiyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin Hêzên Pêşmerge Herêma Başîqayê dorpêçkirine û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê liberxwe dide.

    Îro pênçşemê 20ê Cotmehê û Hêzên Pêşmerge seetên berê sibehê li 4 mîhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê êrişî operasyonek mezin li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
    Ji leşkerên amerîkî yên ku tevlî operasyona Mûsilê bûne dîmênên pêşî
    ‘Li Mûsilê 6 hezar çete hene'
    Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin
    Votel: Bidawîbûna operasyona Mûsilê dibe ku bi mehan bajo
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de