17:59 13 Kanûn 2017
Zindî
    artêşa tirk-leşkerên tirk-rojava-sînor

    ‘Êrîşên leşkerên tirk li Rojava û Herêma Kurdistanê bidin sekinandin'

    © Foto: ANHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    7 saziyên jinan ên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Neteweyên Yekgirtû û konsolosên Herêma Kurdistanê kirin ku li hemberî êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava û Herêma Kurdistanê derkevin.

    Hewlêr — Li Hewlêrê 7 saziyên jinan ên Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş li hemberî êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava û Herêma Kurdistanê dan. Daxuyanî ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Jinên Tevgera Goranê, Rêxistina Xuşkên Islamî, Rêxistina Jinên Tirkmen, Jinên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê, Komisyona Jinên Kongreya Neteweya Kurdistanê hate dayin.

    BANG LI BERPIRSÊ NYYÊ YÊ HERÊMA KURDISTANÊ HATE KIRIN

    Di daxuyaniyê de rêxistinê jinan bertek nîşanî êrîşên artêşa tirk li ser Rojava û Herêma Kurdistanê didin û ji Berpirsê Neteweyên Yekgirtî yê Herêma Kurdistanê û Konsolên li Herêma Kurdistanê tê xwestin ku li hemberî vê rewşê dengên xwe derxin.

    'HELWESTA XWE ZELAL BIKIN'

    Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku jin her dem bûne qurbaniyên peymanên navdewletan û daxwaza helwesteke zelal li hemberî êrîşên artêşa Tirkiyê dikin. Jin herwiha êrîşên artêşa tirk weke êrîşên li hemberî mafên mirov, peymanên navdewletî û parastina aştiyê dinirxînin. Her 7 rêxistinên jinan bibîr dixin ku kurd li hemberî terorîstan şer dikin, parastina aramiyê dikin û pêkhatiyan diparêzin û wiha berdewam dikin: "Li gorî peymanên NYyê û Beyanameya Mafê Mirovan a Gerdûnî mafê hemû gelan a biryara çarenûsa xwe heye. Gelê kurd ên her çar parçeyên kurdistanê ku li ser welatên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê hatine dabeşkirin, demên berê gelek caran rastî hewlên parçebûnê bûne û jin bûne qurbaniyên sereke ên van pêvajoyê."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk çeperên Hêzên Şoreşger topbaran dike
    Heşdî Şeibî: Artêşa Iraqê, leşkerên tirk ên Başîqayê dorpêç kirin
    Tevgera Azadî: Armanca artêşa tirk dagirkirina Kurdistanê ye
    YPG: Êrîşên artêşa tirk, ên DAIŞê û Koalisyona Sûriyê berdewam dikin
    Artêşa tirk gule bera gundê Efrînê da
    YPG: Artêşa tirk êrîşî hêzê me kir, me bersiv da, leşkerekî tirk birîndar bû
    Etîketan:
    jin, êrîş, Artêşa tirk, Beyanameya Mafên Mirov a Gerdûnî, Neteweyên Yekgirtî Nûnertiya Herêma Kurdistanê, Komisyona Jinên Kongreya Neteweya Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê, Jinên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Rêxistina Jinên Tirkmen, Rêxistina Xuşkên Islamî, Jinên Tevgera Goranê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Rojava, Hewlêr, Îran, Tirkiye, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de