20:08 14 Kanûn 2017
Zindî
    hêzên Pêşmerge, operasyona Mûsilê

    Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyona îro ya Mûsilê de heta niha 3 gund li her du mêhwerên Naweran û Bendava Mûsilê kontrol kirin.

    Mûsil — Li gorî zanyariyêm berdest, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ya îro de Hêzên Pêşmergeyên kurdistanê her yek ji gundên Naweran û Barîma yên li Mêhwera Naweran û fundê Batne li Mêhwera Bendava Mûsilê kontrol kirin. Pêşmergeyan çend gundên din jî dorpêç kirine.

    DAIŞ îro tu berxwedanek giring li hember êrişên Hêzên Pêşmerge nake û tenê çend guleyên hawanan avêtine ku ew jî negihîştine cihên Pêşmerge. Li gorî zanyariyên ku ji eniya şer hatine bi dest xistin DAIŞ tenê pişta xwe girê daye êrişên bi rêya wesayîtên bombekirî, lê belê di vê hewla xwe de jî serkeftî nebûye.

    Ji aliyê din ve Hêzên Pêşmerge îro bi roketên Mîlan wesayîteke bombekirî ya rêxistina terorîst a DAIŞê teqandin. Herwiha firokeyên şer ên hevpeymanan jî ji esman ve cihên DAIŞê didin ber bombeyan.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ereban û Îran jî wê beşdarî civîna Mûsilê bibin
    Serokê Amerîkayê li Mûsilê tê hilbijartin
    Mele Bextiyar: Hêvî dikim, senaryoya Wîlayeta Mûsilê dubare nebe
    ‘Pêşmerge ji bo êrîşeke nû bibe ser Mûsilê, amadekariyan dike'
    Kanada: Pêşmerge rola sereke di operasyona Mûsilê de dilîzin
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de