02:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye

    © Foto: SHK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di gotûbêjeke li gel televîzyona CNNê ya Amerîkayê de behsa girîngiya şerê rizgarkirina Mûsilê kir û got "çavê me ne axa tu kesî ye."

    Navenda Nûçeyan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku şerê Mûsilê şerekî giran e û ne pêkan e ku bidawîbûna vî şerî ji niha de were diyar kirin.

    Barzanî di derbarê destpêkirina operesyon a rizgarkirina Mûsilê de diyar kir ku îro roja 3yem a operesyonê ye û pêşketinên baş hene û got derdora 300 kîlomitro axa çargoşe hatiye rizgarkirin û pêşketin hîn jî berdewam e.

    Barzanî li ser beşdarbûna Hêzên Pêşmerge ji bo operesyona Mûsilê û girîngiya derxistina DAIŞê ji Mûsilê dest nîşan kir ku bajarê Mûsilê 70 kîlomitro dûrê Dihokê û 80 kîlomitro jî dûrê Hewlêrê ye, loma jî aramiya wî bajarî bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê dike.

    Barzanî derbirî ku çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye lê ew ax, axa Kurdistanê ye û Kurd tê de dijîn û di çarçoveya parêzgeha Nînovayê de ye. Mesûd Barzanî, Serokê Herêöa Kurdistanê di derbarê qonaxa piştî DAIŞê de jî da zanîn ku pêwîst e birêvebirina wê parêzgehê were nû kiri û got, "nabe ku em paşê xwe bi tolhildanê ve girê bidin û divê xelkê Mûsilê dilniya bikin û ew werin parastin."

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: 'Birêz Barzanî xwest em Pêşmerge derbasî Şengalê bikin, me alîkarî da'
    Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî kir
    Dezgeha Barzanî alîkariyê li mûsiliyan belav dike
    Barzanî: Me û Bexdayê rêkeftinek li ser hêrmên nelihevkirî heye
    Barzanî: "Hemû Pêşmerge kur, bira û ezîzê ber dilê min in"
    Etîketan:
    şerekî giran, kes, ax, kurd, çav, DAIŞ, Hêzên Pêşmerge, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Nînova, Hewlêr, Dihok, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de