08:58 17 Tebax 2017
Zindî
    Li ser rêya Wanê qeza: 6 mirî, 5 birîndar

    Li Kurdistanê qeza: 3 mirî, 1 birîndar

    © Foto: bitlisportal.com
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 383 0 0

    Li ser rêya navbera Simaqolî-Koye û Hewlerê ji ber bûyereke trafîkê, 3 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

    Hewler — Li gorî agahiyên polîsê Hewlêrê îro saet 13:15an de li ser rêya navbera Simaqolî-Koye Hewlerê qezayeke trafîkê çêbû.  

    Polîsê Hewlêrê got, piştî ku hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê, derket holê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Herwiha polîsan da xuyakirin, ew kes endamên malbatekê bûne û hevjîna ajovan jî bi navê Xanzad Ehmed di encama bûyerê de birîndar bûye û li Nexweşxaneya Hawarhatina Rojhilat a Hewlêrê çareseriya bijîşkî werdigire.

    Di daxuyaniya polîs de tê gotin: "Otomobîlek ji core Chevrolet Optra ji ber ajotina bilez kontrola wê ji dest derketiye û xwe bi kamyonekê ve kişandiye û di encamê de ajovan û rêwiyên tê de yên bi navên Biryar Mam Royal temen 27 sal, Kurdistan Cewher Kerîm ku dayika ajovan bûye û temen 49 salî bûye û herwiha Lêwan Biryar zaroka temen 3 mehî di encama bûyerê de jiyana xwe ji dest dane."

    Li gorî daxuyaniyê, Polîs bo vê bûyerê lêkolîn vekiriye û ajovanê kamyonê jî hatiye girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê qeza: 2 mirî 2 birîndar!
    Li Çankiriyê qeza: 4 mirî
    Li Akhisarê qeza: 2 mirî
    Li Samsunê wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar in
    Etîketan:
    malbat, qeza, otomobil, Mirî, birîndar, Xanzad Ehmed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de