21:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Mele Bextiyar-YNK

    Mele Bextiyar: Hêvî dikim, senaryoya Wîlayeta Mûsilê dubare nebe

    Al Jazeera
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    berpirsyarê Polîtbîroya YNKê Mele Bextiyar ragihand ku leşkerên Tirkiyeyê yên hatine şandin bo Başîqeya Iraqê bi program hatine wê derê.

    Navenda Nûçeyan —Rayedarê YNKê li otela Diwanê ya li Hewlêrê axivî û got: "Niha rewşa me gelekî tevlihev e. Ev kêşe tenê ne leşkerî ye lê kêşeyeke mezin e û bi sê dewletan ve girêdayî ye".

    Bextiyar bal kişand ser rewşa siyasî ya cîhanê û wiha got: "Di nav van rûdanên siyasî de, siyasetên  navendên biryarê, Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî, Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropayê û dewletên ji hev cuda ne. Ev ne rewşeke asayî ye. Rewşa herêm û cîhanê tev li hev bûye. Em jî di şer de ne û şerê Mûsilê rewş hîn tevlihevtir kiriye".

    "MÛSIL JI BERÊ DE KÊŞEYEKE MEZIN BÛ"

    Herwiha siyasetmedarê kurd diyar kir ku gava peymanên Sykes-Picot û Sevrê hatin îmzekirin jî, Mûsil kêşeyeke mezin bû ji bo dewletên kontrol di destê wan de bû û di serî de Fransa û Brîtanya û wiha pê de çû: "Di wê demê de, li başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûd Berzencî fermandarî dikir û li rojhilatê Kurdistanê jî Simkoyê Şikakî berxwedan dikir lê herdû jî bêbandor bûn. Herwiha kurdan li bakurê Kurdistanê(Kurdistana Tirkiyeyê jî hewlên navdewletî kirin ta ku mafên xwe bistînin".

    Recep Tayyip Erdogan
    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞOREŞEK TÊ KIRIN

    Bextiyar axiftina xwe wiha dewam kir: "Di vê dema ku em hemû bi şerê Mûsilê daketine, çavê tevahiya cîhanê li Mûsilê ye. Li rojavayê Kurdistanê jî şoreşek tê kirin û dewleta Sûriyeyê jî îsbat kir ku ew ê nikaribe bibe dewleteke nasyonalîst û modern. ıraq ji xwe di nav şerekî kûr de ye. Tirkiye jî di nav aloziyeke wek a Iraq û Sûriyeyê dijî. Lê dîsa jî di nav vê hêzê dişîne Başîqayê. Ev ne bê program e. Em hêvî dikin senaryoya Wîlayeta Mûsilê dubare nebe".
     

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Dîroka operasyonên rizgar kirina Mûsil û Reqqayê eşkere bû
    Çavuşoglu: Operasyonên Mûsil û Reqqayê pir girîng in
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    MÛSIL - PKK wê bi 2 hezar şervanên xwe beşdarê operasyonê bibe'
    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Etîketan:
    Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên, Simkoyê Şikakî, mehmûd Berzencî, iraq, sûriye, Mûsik, Mûsil, Rûsya, Ewropa, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de