11:11 23 Tebax 2017
Zindî
    Cebar Yawer

    "Piştgiriya Amerîkayê, bi istiqrara navxewyî ya Kurdistanê ve girêdayî ye"

    © Foto: Basnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku xetera derketina rêxistinên nû yên terorê dê piştî rizgarkirina Mûsilê jî berdewam bike û piştgiriya Amerîkayê piştî têkçûna DAIŞê jî bi istiqrara navxweyî ya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

    Navenda Nûçeyan - Yawer li ser bandora operasyona Mûsilê li ser Herêma Kurdistanê axivî û wiha got: "Rizgarkirina Mûsilê ji hemû pêkhateyên Mûsilê yên kurd, ereb, şîî, sunî, turkmen û xiristiyan re gelekî giring e, ji ber dê navendek ji dewleta ku qaşo ya xilafetê ye re nemîne."

    Herwiha rayedarê kurd diyar kir ku piştî rizgarkirina Mûsilê, DAIŞ dê çavkaniyên xwe yên aborî ji dest bide û wiha dewam kir: "Giringiya aborî ya Mûsilê di çemê Dicleyê û zeviyên wê de ye li gel hebûna petrol û kivrîtê".

    "PIŞTÎ DAIŞÊ, XETER BI DAWÎ NABE"

    Ji aliyê din ve, Yawer teqez kir ku şerê ramanî dê piştî rizgarkirina Mûsilê jî bo demeke dirêj berdewam bike û wiha got: "Heta piştî rizgarkirina Mûsilê jî, xetera derketina rêxistinên nû yên terorê dê berdewam bike."

    Yawer li ser rêkeftina stratejîk ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wiha got:"Li gel ku rêkftina stratejîk diyar dike ku alîkariya Amerîkayê piştî bidawibûna DAIŞê jî berdewam bike, lê ev tişt bi istiqrara navxweyî ya Kurdistanê ve girêdayî ye."

    Bi heman mijarî:

    Cebar Yawer: Ne diyar e ku DYA wê kengî desteka madî bişîne
    Cebar Yawer: Ji bo operasyona Mûsilê em li bende artêşa Iraqê ne
    Cebar Yawer:'Tu baregehên Îranê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê tunene'
    Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
    Cebar Yawer: Amerîkayê çekên giran ji pêşmerge re şandin
    Cebar Yawer: 'Amerîka dê Pêşmerge bi çek bike'
    Cebar Yawer Rûsyayê derewand
    Etîketan:
    operasyona rizgarkirina Mûsilê, DAIŞ, Cebar Yawer, Mûsil, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de