13:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    DAIŞê li Şingalê bi wesayîtên bombekirî êrişî Peşmerge kir: 2 birîndar

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 107 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest terorîstên DAIŞê îro berê sibê li navçeya Şingalê bi wesayîtên bombebarkirî êrişî Hêzên Pêşmerge kir. Di êrişê de 2 pêşmerge birîndar bûn

    Şingal - Li gorî zanyariyên berdest terorîstên DAIŞê îro berê sibê li navçeya Şingalê bi wesayîtên bombebarkirî êrişî Hêzên Pêşmerge kir.

    Qeymeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro berê sibehê seet derdora 05.00an bi wesayîtên bombebarkirî û bi grûbeke pir zêde êrişî çeperên Hêzên Peşmerge yên Şingalê kirin.

    Mehma Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de şerê navbera Hêzên Peşmergeyên Kurdistanê û milîtanên terorîst nêzîkê seetekê berdewam kir û got: "Hêzên Pêşmerge êrişa terorîstan tekbirin û wesayîteke bombebarkirî ya terorîstên DAIŞê îmha kirin û çendîn parçe çekên bi nirx jî ketin destê pêşmerge."

    Ji aliyê din ve derbarê pevçûnan de Fermandarê Fewca Du ya Hêzên Pêşmerge Dexîl Qasim Simêl jî got: "Êrişa terorîstan berfireh bû. Di dema şer de firokeyên hevpeymanan jî bi hevkariya pêşmerge li DAIŞiyan da. 3 otomobîlên wan hatine têkbirin."

    Fermandarê pêşmerge da zanîn ku di encama pevçûnan de gelek ziyan gihiştiye çekdarên DAIŞê û tenê 2 pêşmerge birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Peşmerge li Şingalê DAIŞ dorpêç kir
    Êzidiyan xwestin ku qedera Şingalê bi destê wan ve were berdan
    Parlementoya Iraqê ji parêzgehbûna Şingalê re got: Na!
    Şerekî giran li Şingalê derket
    "Li Şingalê ruhê neteweyî yê gerîla û pêşmergeyan derket holê"
    Etîketan:
    DAIŞê êrişî Şingalê kir, Qeymeqamê Şingalê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Mehma Xelîl, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de