22:20 17 Tebax 2017
Zindî
    Filippo Grandi û Mesûd Barzanî

    Barzanî pêşwaziya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî kir

    © Foto: KRD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Komîserê NY (Netewên Yekbûyî) yê bilind ê penaberan kir.

    Hewlêr - Li gorî malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya derbarê naverokê hevdîtinê de hatî dayîn waha ye: "Li Selahedînê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Filippo Grandi Komîserê Bilind a Penaberan li rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.

    Di hevdîtinê de Komîserê Bilinda Karubarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî spasî Herêma Kurdistanê kir ku ji xeyrî hebûna şer û gef û giriftên aborî mêhvandariya hejmarekî zêdeyê koçber û penaberan kiriye. Herwiha pêzanînên xwe ji bo xwe xemxwarî û hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina giyanê hemwelatiyên sivîl yên li şerê dijî terorîstên DAIŞ û operasyona azadkirina Musilê hebû û şandina peyama baweriyê ji aliyê Serok Barzanî ya ji bo nîştecihên Musilê bilind nirxand.

    Herwiha balkişand li ser nîgeraniyên rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya li ser qonaxa piştî DAIŞê û rewşa siyasî ya bajarê Musilê li piştî azadkirina bajar. Li beranber da Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û plana azadkirina Mûsilê kir û bal kişand li ser hemahengî û operasyona hevbeşa Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê dijî dijminekî hevbeş ku eve bi xwe babetekî dîrokiye û yekemcare rû dide û eve jî ji bo pêdaçûn û binyatnana paşarojê bi derfetek danî.

    Bi heman mijarî:

    Dezgeha Barzanî alîkariyê li mûsiliyan belav dike
    Barzanî: Me û Bexdayê rêkeftinek li ser hêrmên nelihevkirî heye
    Barzanî: "Hemû Pêşmerge kur, bira û ezîzê ber dilê min in"
    Barzanî ji bo Mûsilê peyamek weşand
    Parlementerê AKPê: Şaş nemînin, ger Barzanî bibêje; ez tev li Tirkiyeyê dibim
    Etîketan:
    Komîserê Bilinda Karubarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Filippo Grandi, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de