10:02 24 Nîsan 2018
    YNK

    YNK: Pêşmergeyan serkeftineke mezin tomar kir

    © Foto: PUK MEDIA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    YNKê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê û serkeftinên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yên roja yekem a operasyona Mûsilê de daxuyaiyek da û ragihand, Pêşmergeyan serkeftinek mezin tomar kir û şanaziya pêşengiya şer gihihşt Hêzên Pêşmerge.

    Navenda Nûçeyan — Polîtborûya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê de daxuyaniyek weşand.
    YNKê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Pêşmergeyan ne tenê mizgîniya serkeftinê tomar kir, belkî mezinahiya pêşengiya şehîdan û birîndaran rizgarkirinê jî ber Pêşmerge keft."

    YNKê herwiha amaje bi pêşeroja Mûsilê piştî qonaxa têkbirina DAIŞê jî kir û li ser vê wiha got: "Gerek dûr ji guvaş û destwerdanên herêmî, bernameya avedanî û desthilatdariya Mûsilê û tevahiya deverên rizgarkirî, li gorî rêkevtina siyasî û xizmetguzarî û li ser bingeha pêkhateyên resen ên deveran û cîbicîkirina birgeyên destûrê, weke xwe, dûr ji her core guvaşeke siyasî û tayifî û milîsî, bibe bernameya hevbeş a hemû aliyan."

    "PÊŞMERGEYÊN YNKÊ, DI BIN SIYA FERMANDARIYA GIŞTÎ YA PÊŞMERGEYAN DE NE"

    Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku fermande û pêşmergeyên YNKê di bin siya Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge, Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de jî di şerê Mûsilê de beşdar in.

    Di roja yekem a operasyonên de, Hêzên Pêşmerge li Mihwera Xazirê 9 gund kontrol kirin. Herwiha 200 km ax ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran li parlementoya Iraqê bûn yek
    Îran: Em naxwazin ku YNK lawaz bibe
    PDK û YNK dicivin
    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    Konseya Hevbeş a YNK û Goran civiya
    FLAŞ ÎDIA - PKK, YNK û Goran encûmeneke leşkerî ya hevbeş dadimezirînin
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Pêşmerge, YNK, DAIŞ, kurdistan, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de