00:35 28 Gulan 2018
Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

YNK: Em dixwazin dewleta Kurdistanê demokratîk û sivîl be

© Foto: wikimedia
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Tewfîq got ku avabûna dewleta Kurdistanê dê di berjewndiyên hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Iraqê de be û şaş e mirov bifikire ku ew ê tenê di berjewndiya kurdan de be.

Navenda Nûçeyan —Tewfîq bi televizyona Kurdistan24ê re axivî û wiha got: "Gelek mezheb, ol û nijadên cûr bi cûr li Herêma Kurdistanê hene lewra şaş e, mirov bifikire ku damezirandina dewleta Kurdistanê dê tenê di berjewndiya kurdan de be."

Herwiha endamê YNKê wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku em dewlete demokratîk û sivîl ava bikin ku tê de mafên hemû pêhateyên etnîkî û olî parastî bin, mafên mirovan û azadiya herkesî tê de misogerkirî be".

Li gorî raportên medyayî, nêzîkî 5 milyon kurd li Herêma kurditanê dijîn û 95% ji wan kurdên misilman in lê hejmarek ji tirkmen, êzîdî, ermen û asûriyan jî lê dijîn.

Ji aliYê din ve, çalakvanê siyasî Amir Kakayî got: "Destûrê Kurdistanê mafê hemû pêkhateyên olî û nijadî ên li ser xaka Kurdistanê dijîn misoger dike û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe piştgiriyê dide van pêkhateyan."

 

Bi heman mijarî:

YNK û Goran li parlementoya Iraqê bûn yek
Îran: Em naxwazin ku YNK lawaz bibe
PDK û YNK dicivin
YNK: Newşîrwan Mistefa got, ez ê hemû rêkevtinan têk bibim!
Konseya Hevbeş a YNK û Goran civiya
YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
Etîketan:
dewleta Kurdistanê, asûrî, ermen, tirkmen, êzîdî, Azad Tewfîq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de