20:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Irak’ın eski cumhurbaşkanı ve KYB lideri Celal Talabani

    Mam Celal wesiyeta xwe eşkere kir

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Homer Dizeyî ku demekî dirêj li Koşka Serokatiya Iraqê şêwirmendê Celal Talabanî bû, eşkere kir ku Mam Celal piştî mirina xwe ji bo sekreteriya YNKê, behsa 3 navan kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Hunermend Homer Dizeyî ku weke kesekî nêzîkê Celal Talabanî tê zanîn, ji Rûdawê re ragihand, ku "Mam Celal bixwe navên Newşîrwan Mistefa, Kemal Fûad û Berhem Salih kiriye ku piştî mirina wî dikarin sekreteriya YNKê birêve bibin.

    Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî roja 17ê Kanûna 2012ê jiber krîza mejî nexweş ket. Piştî vê yekê ji bo tenduristiya xwe çû Almanyayê û roja 19ê Tîrmeha 2014ê vegeriya Silêmaniyê.

    Piştî dûrketina Talabanî di nava YNKê de nakokiyên siyasî zêdetir bûn û du baskên cuda hatine ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Pêwîst e Amerîka bêtir alî kurdan bike
    YNK û Goran li parlementoya Iraqê bûn yek
    Îran: Em naxwazin ku YNK lawaz bibe
    YNK: Newşîrwan Mistefa got, ez ê hemû rêkevtinan têk bibim!
    Etîketan:
    nav, ragihand, wesiyet, Celal Talebanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de