03:42 19 Hezîran 2018
Hêro Talebanî

Silêmaniyê daxwaza birêveberiyeke nenavendî kir

© Foto : Rudaw
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku birêveberiyeke nenavendî bide wê û parêzgehên din ên herêmê û sedema vê daxwazê jî wek aloziyên aborî destnîşan kir.

Navenda Nûçeyan —Hat ragihandin ku Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina aloziyên aborî, daxwaza birêveberiyeke nenavendî kiriye.

"HÊRO JI BEXDAYÊ XWEST KU PETROLÊ BIŞÎNIN ÎRANÊ"

Li gorî nûçeya Al-Jazeereyê ya erebî, Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê Enwer Tahir wiha gotiye: "Em daxwaza birêveberiya nenavendî dikin ta ku em ji dorpêça Hewlêr li ser me ferz dike xelas bibin…Mixabin! Encûmena Wezîran şerê encûmên parêzgehan dikin. Naxwaze ti destihatê bide wan. Hemû dahatan di destê xwe de kom dike û bi awayekî ne dadmend parve dike."

Di berdewamiya nûçeyê de wiha tê gotin; petrol mijara sereke ye ku di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de bêçare maye, bi taybetî zeviyên petrolê yên li Kerkûkê ku ji hikûmeta Bedxdayê hatibû xwestin, şandina petrolê di rêya Tirkiyeyê re bê rawestandin û bi tiran di di rêya Îranê re bê şandin".

Herwiha di nûçeyê de tê gotin ku hevjîna Celal Talabanî Hêro Ehmed ev tişt di hevdîtina xwe bi Malikî re ji Bexdayê xwestiye lê ya dawî ew nepejirandiye.

"HEWLÊR JI BO XEWNA SERXWEBÛNÊ, DÊ QEBÛL NEKE"

Ji aliyê din ve, Hewlêr bi guman li van daxwazan dinere û dibêje ku hinek aliyên nediyar li dû van daxwazan in û wiha dewam dike: "Lê ev şerê sar di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rewşê aloz dike û dibe xeter li ser aştiya ku ji mêj de li bendî ne. Wiha diyar e ku Hewlêr dê vê daxwazê nepejirîne ji ber ew tê wateya biçûkkirina xewna damezirandina dewleteke kurdî ku dixwaze ji Iraqê cuda bibe. Lê eger rewş wiha berdewam bike, herdû alî dê bêtir ji hev dûr bikevin."

 

Bi heman mijarî:

Îdia: Qasim Silêmanî beşdarê operasyona Mûsilê dibe
Qasim Silêmanî bangî Sedr kir: ‘Kûçikên xwe kom bike'
Kremlîn:'Tu planeke Pûtîn ku bi Silêmanî re hevdîtinê bike tuneye'
Silêmanî ji Ebadî xwest ku hêza Mexmûrê vekişîne Bexdayê
SILÊMANÎ - Ciwanan êriş û ambargoyên Tirkiyayê şermezar kirin
Li Silêmaniyê qeza: 8 kes mirin
YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
Etîketan:
birêveberiya nenavendî, Celal Talabanî, Hêro Ehmed, Enwer Tahir, bexda, Bexda, Hewlêr, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de