16:51 25 Hezîran 2018
Pêşmerge

Pêşmergeyan terorîstên DAIŞê topbaran kirin û gelek terorîst kuştin

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li ser sînorê navçeya Daqûq a Kerkûkê Hêzên Pêşmerge di dema civîna terorîstên DAIŞê de, ew terorîst dan ber topan.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê hat ragihandin ku topxaneyên Hêzên Pêşmerge li ser îstîxbaretekê terorîstên DAIŞê yên di civînê dan ber topan. Hat diyar kirin ku Fermandarê Lîwaya 9emîn a Hêzên Pêşmerge Emîd Aras di derbarê mijarê de got "agahî gihîşt ber destê me ku serekekî DAIŞê hatiye gundê Hesen Şelalê û terorîst li wir li hevdu kom kirine. Li ser vê agahiyê topxaneyên pêşmerge ew kom dan ber topan.

Fermandarê pêşmergeyan Aras anî ziman ku di derbarê miriyên terorîstan de her çi qas di destê wan de agahiyên zelal tune be jî texmîn dikin k udi encama topbaranê de gelek terorîstên DAIŞê hatine kuştin û birîndar bûn.

Her wiha divê were bibîr xistin ku terorîstên DAIŞê beriya du rojan ji heman eniyê êrîş biribûn ser pêşmergeyan lê pêşmergeyan bersiveke giran dabû wan.

Bi heman mijarî:

Fermandarê Pêşmerge derbarê îddiayên Amerîka li Başîkayê baregeh vedike de axivî
Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
Serokwezîrê Avustralyayê serdana wekîlê welatê xwe ya ji bo pêşmerge rexne kir
Pêşmerge: Mûçeyên me bidin mamosteyan
5 birayên ku Pêşmerge ne, bang li 5 partiyên Herêma Kurdistanê kirin
Amerîka: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
Etîketan:
îstîxbarat, birîndarbûn, kuştin, terorîst, topbaran, Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Emîd Aras, Daqûq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de