06:31 20 Sibat 2018
Zindî
    ybş

    Fermandarê YBŞê: Tirkiyê operasyona rizgarkirina Mûsilê dereng dixe

    © Foto: ezidipress.com
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Giştî yê YBŞê Mazlûm Şengalî derbarê hêzên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin de hin nirxandin kir û got ku Tirkiyê operasyona rizgarkirina Mûsilê dereng dixe.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Giştî yê Yenîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengalî ji Rojnewsê re diyarkir ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dereng ketiye û li gorî zanyariyên ku dide diviya di meha nîsana borî de bihata lidar xistin. Şengalî diyar dike ku plansazî li gorî wê hatibû çekîrin û sedemê derengmayîna wê jî bi van gotinan tîne ziman: "Çima ev ewqas hate taloq kirin? Him di warê siyasî him jî gelek hêz operasyona Mûsilê li gorî berjewendiyên xwe digrine dest û him li hemberî gelên herêmê him jî li hemberî Hikûmeta Navendî bi kar tinin."

    'DESTWERDANA HÊZÊN DERVE DAGIRKERÎ YE'

    Şengalî behsa hêzên ku wê beşdarî operasyonê bibin û van agahiyan dide: "Niha hêza wê tevlî operasyona Mûsilê bibe ya girêdayi hikûmeta Iraqê ya taybet e. Heşd el Şeebî ji ber hesasiyeta mezhebî li derva dimine, ew ê zêdetir parastina derve bike. Hêza pêşmerga ji ew ê nekeve nav bajêr, lê li derdora bajêr ew ê bixwazin hin deveran bigrin. Ne pêwiste mirov hemû tiştî bîne ziman, lê plansazî bi xetên giştî derketiye holê."

    'TIRKIYE DIXWAZE MÛSILÊ DAGIR BIKE'

    Mazlûm Şengalî ji bo nîqaşên derbarê leşkerên tirk ên li Iraqê jî dibêje ku, ketina dewleta tirk a Başîkayê operasyon dereng xistiye û wiha dinirxîne: "Dewleta Tirk çawa xeta Cerablus û Ezazê dagir kir, dixwaze Mûsilê dagir bike. Dagirkirina Mûsilê tê wateya dagirkirina Iraqê, niha hêza Heşdî Watanî ava kiriye. Ew kine? Leşkerên Tirk in, çawa ku artêşa azad dibêjin lê leşkerên Tirk in. Li vir jî ev hêz ava kiriye. Ev hêz jî giradiyî Necafî ye, Pêşmerge jî bi wan re tevdigerin. Ev jî modeleke çeteyên DAIŞê ye, Necafî daxuyanî dide dibêje di navenda Mûsilê de deh hezar leşkerên min hene. Ka kîne, li kuderê ne? Ew behsa çeteyên DAIŞ'ê dike."

    'WÊ HÊZÊN ME BEŞDARÎ OPERASYONÊ BIBIN'

    Şengalî îdia dike ku ji ber hilbijartinên DYAyê dibe operasyon were taloq kirin. Şengalî beşdariya hêzên derve weke ‘destwerdana dagirkerî' dinirxîne û ji bo YBŞê jî dibêje ku ji bo rizgarkirina dîlên wan ên di destên DAIŞê de ew ê beşdarî operasyonê bibin û ti kes nikare li hemberî biryara wan bibe asteng.

    Bi heman mijarî:

    "Berî rizgarkirina Mûsilê, pêdivî bi rêkeftineke siyasî heye"
    Parêzgarê Nînewayê yê berê: Dibe şerê Mûsilê, Iraqê dabeş bike
    Iraq ji Erdogan re got: Destê xwe ji Mûsilê bikşîne
    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"
    'Balafirên koalîsyonê li Mûsilê li DAIŞê didin'
    Etîketan:
    dagirkerî, destwerdan, operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşmerge, artêşa tirk, DAIŞ, Heşd el Şeebî, Heşdî Watanî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Mazlêm Şengalî, Başîka, Şengal, Iraq, Ezaz, Cerablus, Kerkûk, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de