08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    'Tirkiye dixwaze herêmên li navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyeyê dagir bike'

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wekîlê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mahmût diyar kir ku Tirkiye bi bihaneya beşdarbûn a operasyona Mûsilê û ji bo vê yekê bi dirêjkirina hebûna leşkerên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê dixwaze herêmê ji nû ve dagir bike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên malpera ajansa Tesnîmê Wekîlê YNKê Salar Mahmûd ê ku ji bo televîzyona Sumaria ya li Iraqê axivî û got "Tirkiye dixwaze derdora Çiyayê Şingalê, herêmên di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyeyê de dagir bike."

    Mahmûd her wiha derbirî ku Parlamena Herêma Kurdistanê di sala 2003ya de ji bo ku hêzên artêşa Tirk ji Kurdistanê derkevin, deng da û xwest ku li dijî ketina artêşa Tirk ji bo Herêma Kurdistanê têkoşîn were dayîn.

    Di nava vê hefteya borî de di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê rageşî destpê kir û her du aliyan jî rexneyan tund li hevdu girtin. Herî dawiyê Parlamena Iraqê biryar girt ku bila artêşa Tirk ji nav axa Iraqê derkeve û hêzên Tirk wek ‘hêzên dagirker' pênase kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Iraq ji Erdogan re got: Destê xwe ji Mûsilê bikşîne
    Iraq: Bila Tirkiye wek dagirker bê hesibandin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Çavkaniya terorê li Iraq û Sûriyeyê ye
    Iraq: Em qebûl nakin ku Tirkiye xaka Iraqê bikar bîne
    Etîketan:
    herêm, xwestin, Parlamena Iraqê, Wekîlê YNKê, Parlamena Herêma Kurdistanê, Salar Mahmûd, Çiyayê Şingalê, Iraq, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de