11:02 20 Hezîran 2018
Rêvebirê DBPê yê Şirnexê Hurşît kulter

Hurşit Kulterê ku ev 4 mehan windayî bû li Iraqê derket holê

twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê Hurşit Kulter ku ev 134 roj agahî jê nedihatin wergirtin li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê derket holê.

Navenda Nûçeyan — Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê Hurşit Kulter ku ev 134 roj agahî jê nedihatin wergirtin li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê derket holê û li gorî zanyariyên berdest wê daxuyaniyeke çapemenî li dar bixe.

John Kirby
© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Piştî ku li bajarê Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin bi hezaran welatî mal û avahiyên xwe terikandibûn, lê Hurşit Kulter derketina ji malê red kiribû. Piştî windabûna Kulter bi 10 rojan li ser hisabê Twitterê ‘BÖF — @Tweet_Guneydogu' peyamên bi malbata wî re par ve kiribûn û îdîa kiribûn ku hatiye înfaz kirin. Kulter di peyama navborî de gotibû ‘ez di zorê de û helalîye ji we dixwazim.'

Ji aliyê din ve birayê Kulter Mustafa Kulter di axaftina xwe ya malpera Dikenê de gotibû: "Heke dewlet nizanibe bê Hurşit li kuderê ye ev jî çalakî û bûyerên salên 1990î tîne heşê mirov. JİTEM an jî hineke din, li gorî baweriya me birayê min dibe ji terefê hinekan hatibe kuştin."

Her wiha li gorî nûçeya ajansa ANFê, Hurşit Kulterê ku ev 134 roj in agahî jê nayê wergirtin, li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistanê ye. Li gorî pêşbîniyan dibe Kulter îro daxuyaniyeke çapemeniyê bide û behsa bûyerên ku ji sere wî derbas bûne bike.

Bi heman mijarî:

73 roj in ji Hurşit Kulter agahî tune ye
Dayikên Şemiyê ji bo Hurşit Kulter kom bûn
Emniyeta Tirkiyê: Mijara windabûna Kulter ne wezîfeya me ye
ICADê aqûbeta Hûrşît Kulter pirsî
Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê ji bo Kulter mufetiş wezîfedar kiriye
Etîketan:
Revebirên hikumeta Tirkiyeyê, Rêvebirê DBPê ye Şirnexê, JITEM, Hurşît Kulter, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de