06:48 20 Sibat 2018
Zindî
    Xurmatû

    Beyatî: "Çekdarên Heşdî Şabî li Xurmatûyê 300 welatî revandin"

    © RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Serokên Hozên Ereb Şêx Saîr Beyatî ragihand ku milîtanên Heşdî Şabî li navçeya Xurmatûyê 300 welatî revandin.

    Xurmatû — Nûnerê Serokên Hozên Ereb li Xurmatû di daxuyaniya xwe de ragihand ku destê çekdarên Heşdî Şabî di têkçûna rewşa ewlekariya bajarokê Xurmatû û gundewarên wê de heye.

    Li gorî nûçeya ajansa BasNewsê Nûnerê Serokê Hozên Ereb li Xurmatûyê Şêx Saîr Beyatî got: "Destê çekdarên Heşdî Şabî di têkcûna rewşa ewlekariya bajarokê Xurmatûyê de heye, berî niha terorîstan rewşa ewlekariyê tekdabû, lê niha çekdarên milîsên şîe bi eşkereyî xelkê bê guneh dikujin û birîndardikin."

    Saîr Beyatî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çekdarên Heşdî Şabî heta niha bi dehan welatiyên Xurmatûyê ji kurd, ereb û tirkmen kuştine û heta niha 300 welatî li ser destê çekdarên Heşdî Şabî hatine revandin û beşekî mezin ji wan jî heta niha nediyare ka li çi deverê ne, beşek jî bi pare hatine rizgarkirin, dawî kiryara wan jî, di 6ê Cotmehê de welatiyekî xelkê bajarokê Silêman Beg li nêzîkî Amirlî revandin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Xurmatû teqîna xwekujî: 3 kuştî û 7 birîndar
    Xurmatû vala dibe: Ji 1000 malî tenê 15 mal man!
    Encama şerê Xurmatû heta niha: 40 milîsên şie hatin kuştin û 67 jî birîndar bûn
    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir
    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin
    Etîketan:
    Welatiyên xelkê Xurmatûyê, Çekdarên Heşdî Şabî, Saîr Beyatî, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de