00:13 27 Gulan 2018
Mesûd Barzanî

"Ciwanên êzidî amade ne û li benda fermana Barzanî ne"

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

3 hezar û 735 kurdên êzidî li bendî fermana Barzanî ne ta ku bên rizgarkirin. Herwiha Fermandarê Şervanên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo ragihand, ew li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne ji bo hêrêmên di bin kontrola DAIŞê de rizgar bikin.

Şingal — Fermandarê Şervanên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo diyar kir ku, Fermandariya Şingalê û xortên êzidî amadekariyên xwe temam kirine. Qasim Şeşo, ragihand ew ji bo rizgarkirina 5 herêmên Şingalê yên di bin kontrola DAIŞê de li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne.

Terorîstên DAIŞê di 3ê heyva Tebaxa sala 2014ê de êrişî Şingalê kirin û ew dever kontrol kirin. Heta niha ji 6 hezar û 413 kesên rêxistina DAIŞê revandî 2 hezar û 778 kes hatine rizgarkirin. Hêj 3 hezar û 735 kurdên êzidî di destê DAIŞê de ne.

 

 

Bi heman mijarî:

Nêçîrvan Barzanî: Şingal birîneke kûr e
Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
"Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
Etîketan:
kurd, êzidî, rizgarkirin, mesûd barzanî, Qasim Şeşo, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de