21:44 21 Çile 2018
Zindî
    Sefîn Dizeyî

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Bi razîbûna Bexdayê û bi hêsankariya me leşkerên tirk hatin

    © Foto: rûdaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê hebûna leşkerên tirk li nav xaka Iraqê de got ku; bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Iraq a Federal hatin Mûsilê.

    Hewlêr — Derbarê nîqaşên hebûna leşkerên tirk li Mûsilê de, Berdevkê Hikûmeta AKPê Numan Kurtulmuş gotibû ku rêvebiriya Herêma Kurdistanê daxwaza perwerdekirina hêzên herêmî ji Tirkiyê kiriye û li ser vê daxwazê leşkerên wan li wir in.

    'BAREGEH JI BO PERWERDEYA LEŞKERÎ HATIN VEKIRIN'

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser vê nîqaşê daxuyaniyek da û got: "Piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, welatên hevpeyman û gelek welatên din alîkariyên leşkerî û perwerdeya leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin." Dizeyî diyar dike ku di vê çarçoveyê de bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Iraqê ya Fedaral, du baregehên perwerdeya leşkerî nêzîkî Mûsilê li Duberdan û Başîkayê hatine vekirin.

    Dizeyî dibêje ku armanca van baregehan jî perwerdeya leşkerî ji bo polîs û hêzên xwebexş ên Parêzgeha Neynewayê ye.

    'ME HÊSANKARÎ KIR'

    Li gorî daxuyaniya Sefîn Dizeyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo vê pêvajoyê kiriye û li van deran leşkerên tirk perwerde dane xwebexşan. Dizeyî herwiha aşkere dike ku Wezîrê Berevaniya Iraqê serdana van baregehan kiriye û ji bilî vê yeke jî Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ti programeke din ne haydar e.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Hêza Tirkiyeyê wê li Iraqê bimîne"
    Serokê Sunniyan: Ger ku PKK beşdarê operasyonê bibe em ê jî beşdar bibin
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Iraqê li dijî Tirkiyeyê bangî Konseya Ewlekariyê kir
    "Berî rizgarkirina Mûsilê, pêdivî bi rêkeftineke siyasî heye"
    Etîketan:
    razîbûn, perwerde, leşkerên tirk, Wezareta Berevanî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Duberdan, Neynewa, Başîka, Herêma Kurdistanê, Bexda, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de