02:53 18 Çile 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî û Jeo Biden

    Barzanî û Jeo Biden bi rêya telefonê axivîn

    © Flickr/ KRD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî.

    Hewlêr - Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku ji bo têkbirina DAIŞê hevkariyê bi Bexdayê re dike. Barzanî û Biden tekezî li ser têkbirîna rêxistina terorîst a DAIŞê û operesyona rizgarkirina Mûsilê kir.

    Her di vê pewendiya telefonî de, behsa çawaniya lihember derketina pirsgirêka koçberan hate kirin û cîgirê serokê Amerîka hûrgiliyên plana welatê xwe derbarê pirsa koçberan û alîkariya darayî bo pêşeroja Mûsilê anî ziman. Derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, Koşka Spî bal kişand ser vê yekê ku Barzanî û Biden, pêbendbûna xwe bi hevbeşiya stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de nîşan dane.

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden spasiya Barzanî kiriye, ku hemahengî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo şerî li dijî DAIŞê û avakirina aramiya Iraqê kiriye.

    Li hember de Mesûd Barzanî, spasiya gel, hikûmet û artêşa Amerîka kir ku di şerê terorê de wek Pêşmerge beşdarî kirine û ev yek jî anî ziman ku Herêma Kurdistanê şerê dijî terorê bi erkekî exlaqî û mirovî dizane.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Biden operasyona Mûsilê nirxandin
    Jeo Biden Barzanî pîroz kir û soz da: Em ê piştgiriya Pêşmerge bikin
    Mesûd Barzanî serdana Tehranê dike
    Hesen Husên Rojhelat: ‘'Ez HDPyî me lê ji Barzanî re jî helbestan dinivsînim.''
    Peyama Mesrûr Barzanî ji bo Hesekê: Bibin yek
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Cîgirê Serokê Amerîkayê, Serokê Herêma Kurdistanê, Jeo Biden, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de