02:03 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    "Berî rizgarkirina Mûsilê, pêdivî bi rêkeftineke siyasî heye"

    © Foto: peyamakurd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma (Parastin)Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, piştî rizgarkirina Mûsilê hinek pirsgirêk dê derkevin holê.

    Navenda Nûçeyan — Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Iraqê Stephanie Williamsê re civiya.

    Li gor daxuyaniya Parastinê, di hevdîtinê de operasyona rizgarkirina Mûsilê û mijarên girêdayî operasyonê hatine gotûbejkirin.

    Barzanî diyar kir ku piştî rizgarkirina Mûsilê dibe ku pirsgirêk derkevin û wiha got: "Loma dive berî rizgarkirina Mûsilê rêkeftineke siyasî di navbera pêkhateyan de li ser birêvebirina Mûsilê çêbibe."

    "DIVÊ PÊWÎSTIYÊN KOÇBERAN BÊN DABÎNKIRIN"

    Herwiha Barzanî pêwîstiyên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge bi bîr anîn û teqez kir ku bi destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, hejmareke mezin ji koçberan dê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û divê pêwîstiyên wan bên bicihkirin.

    Ji aliyê din ve, Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Iraqê Stephanie Williamsê diyar kir ku wan pêwendî bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî re ji bo pêwîstiyên mirovî danîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Niha derfeta me ya referandûma serxwebûnê heye
    Mesrûr Barzanî: Piştî DAIŞê bila Iraq bibe 3 perçe
    Mesrûr Barzanî: Ti sedem tine ku YPGê rê li ber pêşmergeyan bigire
    Mesrûr Barzanî: Sykes-Picot têk çû, pergaleke nû pêwîst e
    Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
    Mesrûr Barzanî: Kurdistana azad, bo rojhilata navîn dê bibe hêviyek mezin!
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Mesrûr Barzanî, Stephanie Williams, Iraq, Amerîka, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de