13:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî serdana Tehranê dike

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Har ragihandin ku di vê mehê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tehranê bike û ligel Elî Xamineyî hevdîtinekî pêk bîne.

    Navenda Nûçeyan — Beriya çend mehan rêveberiya Îranê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwende Tehranê. Hate zanîn ku niha di astekî bilind de amadekariya vê serdanê tê kirin. Li gorî zanyariyên berdest, roja yekşema borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bi şandekî re çûbû Tahranê.

    Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê Ebdullah Akreyî ku di şanda Nêçîrvan Barzanî de çûbû Taranê got: "Cenabê Serok Barzanî li hêviya demekî guncaw bû ji bo serdana Îranê bike. Dibe ku di vê mehê de ev serdan pêk were."

    Akreyî da zanîn ku dê Barzanî ligel Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bicive. Hate gotin ku dê yek ji rojeva Serok Mesûd Barzanî, mijara serxwebûna Kurdistanê be. Derbarê vê yekê de jî Ebdullah Akreyî diyar kir, "Cenabê Serok gotinên xwe li hemû deran wekî hev dibêje. Bi nêrîna min Îran dijberiya kurdan nake û nabe rêgir."

    Bi heman mijarî:

    KNK: Tirkiye û Îran li hemberî destkevtiyên kurdan tevdigerin
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Îran 8 kurdên din bi dar vekir
    Îran: Em ê Erebistana Siûdî ji ser rûyê erdê rakin
    Îran: Pêwistiya me bi moşekên menzîldirêj tune ye, ji ber ku armanca me Îsraîl e
    Etîketan:
    Rêberê Olî yê Îranê, Barzanî serdana Îranê dike, Serokê Herêma Kurdistanê, Elî Xamaneyî, Mesûd Barzanî, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de