08:55 24 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Koreya Başûr ê Iraqê Song Vung Yub

    Koreya Başûr dê konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê veke

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamêm pêşwaziya Balyozê Koreya Başûr ê Iraqê yê nû Song Vung Yub û heyeta pê re kir.

    Pîrmam — Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdanê de daxuyaniyek weşand û tê de hat ragihandin ku balyozî wiha gotiye: "Bi navê gel û Hikûmeta Koriya Başûr spasî qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstan kir û ji bo wan serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan da bi dest ve aniye pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî kir "

    Kerkûk
    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Herwiha di daxuyaniyê hat gotin ku Koreya Başûr dê asta têkiliyan di navbera herdû welatan bilind bikin û wiha hat gotin: "Balyozê Koriya Başûr Serok Barzanî ji wê yekê agahdar kir ku welatê wan bi niyaze asta nûnerayetiya xwe li bajarê Hewlêrê ji Nivîsîngeha Balyozxaneyê bilind bike û bike Konsolxane."

    Ji aliyê din ve, Barzanî teqez kir ku projeyên Koreya Başûr li herêmê têkiliyên herdû welatan xurt kirin û bûne pir di navbera wan de.

    Barzanî teqezî li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rêzeke taybet ji gelê Koreya Başûr re digire û hêvî kir ku pêwendiyên navbera herdû aliyan de bi pêş de bikevin.

    Herwiha herdû aliyan behsa gefa terorîzimê li ser cîhanê, operasyona Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê jî kir.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
    Hereketa Azadî: Kurdistan ya Kurdistaniyan e
    Wênegirê Kurdistan TVê jiyana xwe ji dest da
    Herêma Kurdistan di meha Tîrmehê de 14 mîlyon bermîlan petrol firot
    Etîketan:
    konsulxane, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Song Vung Yub, Mûsil, Koreya Başûr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de