08:35 21 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Heşdê Wetenî: Em ê fermanê ji pêşmergeyan bigirin

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Heşda Wetenî ya Sunî (Komeleya Niştimanî) Zihêr Hazim Cibûrî got ku ew ê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de fermanan ji pêşmergeyan bigirin.

    Navenda Nûçeyan — Cibûrî beşdarî bultena televizyona Rûdawê bû û ragihand ku wan amadekariyên xwe ji bo operasyona Mûsilê temam kirine.

    Herwiha berdevkî diyar kir ku berî niha, operasyon ji ber sedemên teknîkî û nakokiyên mezhebî û polîtîk hatibû bipaşxistin û wiha dewam kir: "Kêşe bi temamî hatin çareserkirin. Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge, milîsên polîs û eşîran baştirîn plana leşkerî amade kiriye ta ku Mûsilê bi biçûktirîn ziyan rizgar bikin."

    Piştî ku Cibûrî teqez kir ku planên wan amade ne, wiha got: "Heşdê Wetenî bi awayekî fermî dê girêdayî Hêzên Pêşmerge bin û dê fermanên xwe ji pêşmergeyan bigirin."

     

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Amerîka: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Hêzên Pêşmerge: "Li Mûsilê 12 gund ji DAIŞê hatin rizgarkirin"
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Iraq, pêşmerge, Heşdê wetenî, Zihêr Hazim Cibûrî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de