22:53 25 Hezîran 2018
Mesrûr  Barzanî

Peyama Mesrûr Barzanî ji bo Hesekê: Bibin yek

© Foto : BasNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşa terorê ya DAIŞê li ser daweta kurdan a ku li bajarê Hesekê pêk anî şermezar kir û bangî aliyên siyasî yên kurd kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî.

Navenda Nûçeyan —Mesrûr Barzanî ji hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de peyamek ji bo êrîşa Hesekê weşand û tê de wiha got: "Ez ew êrîşa terorê ya li bajarê Hesekê pêk hat bi tundî şermezar dikim. Divê hemû aliyên Rojavayê nakokiyên xwe deynin aliyekî ta ku bikarin destkevtiyên kurdan biparêzin".

​Duh bi şev, DAIŞê êrîşî daweteke kurdan li bajarê Hesekê kiribû û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 90 kesî birîndar bûn.

 

Bi heman mijarî:

PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng
DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e
Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
Etîketan:
êrîş, DAIŞ, Mesrûr Barzanî, Rojava, Hesekê, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de