10:28 22 Hezîran 2018
Kerkûk

Kurdistanê alîkarî ji Brîtanyayê xwest

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên DAIŞê yên bi çekên kîmyewî ku dibe di dema şerê Mûsilê de pêk bîne, ji Brîtanyayê alîkarî xwest.

Navenda Nûçeyan —The Guardianê ragihand ku Nûnerê Bilind ê Kurd li Brîtanyayê Kerwan Cemal Tahir nameyek şandiye ji Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Michael Fallon re. Tahir di wê nameyê de diyar dike ku li gorî raportan DAIŞê bi kêmasî 19 caran çekên kîmyewî li dijî pêşmergeyan bi kar anîne.

Herwiha tê diyarkirin ku Pêşmergeyan metodên gelekî paşvemayî wek pêjgîr, tankên avê û kum bi kar anîne ta ku xwe ji wan çekan biparêzin.

Ev daxwaz di wê demê de tê ku amadekarî ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê tên kirin.

 

Bi heman mijarî:

Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
Hereketa Azadî: Kurdistan ya Kurdistaniyan e
Wênegirê Kurdistan TVê jiyana xwe ji dest da
Herêma Kurdistan di meha Tîrmehê de 14 mîlyon bermîlan petrol firot
Etîketan:
şer, çekên kîmyewî, pêşmerge, DAIŞ, Michael Fallon, Kerwan Cemal Tahir, Brîtanya, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de