14:40 18 Hezîran 2018
Parlamentoya Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne

© Foto : krg.org
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê Rêveberiya Tenduristiyê ya Duhokê ji bo birîndarên teqîneya Hesekê wek piştgirî wê zêdetirî 5 ton derman bişîne Rojava.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Kurdistan24ê hat diyar kirin ku li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê amadekarî tê kirin ku ji bo kesên ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Hesekê de birîndar bûn, wek piştgirî zêdetirî 5 ton derman were şandin.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Duhokê got "şandina dermanan ji bo birîndarên Hesekê li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê pêk tê." Rêveberiyê her wiha dest nişan kir ku deriyên hemû nexweşxaneyên Duhokê ji bo pêşwazîkirina nexweşan vekirîne.

Duh bi şev li bajarê Hesekê yê Sûriyeyê ji aliye terorîstên DAIŞê ve li dawetekê êrîşa xwekujiyê hatibû pêk anîn û di encama êrîşê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 90 kes jî birîndar bûbûn.

Bi heman mijarî:

Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
Di teqîna duh ya Hesekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
zêdetirî, şandin, piştgirî, derman, Rêveberiya Tenduristiyê ya Duhokê, Serokê Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Duhok, Hesekê, Rojava, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de