11:43 22 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hesekê ya ku DAIŞê kiribû û tê de 30 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 80 kes birîndar bûbûn şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniyê de êrîşa şevê din ku li daweteke kurdan ji aliyê DAIŞê ve pêk hatibû bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em bi tundî wê kiryara terorîstan a hovane û dirinde şermezar dikin. Herwiha serxweşiyê ji kesûkarên şehîdan re dixwazin û silametiyê bo birîndaran."

    Herwiha serokatiyê diyar kir ku hemû dezgehên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistanê di rewşa amadebaşiyê de ne ji bo ku alîkariyê û pêdawîstiyên bijîşkî bigihînin birîndaran.

    Duh li bajarê Hesekê êrîşek ji aliyê DAIŞê li ser daweteke kurdan hatibû kirin ku tê de 30 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 80 kes jî birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
    HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
    Di teqîna duh ya Hesekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
    DAIŞê êrîşeke bombeyî li Hesekê pêk anî: Kuştî û birîndar hene
    Li navçeya Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar
    Rûsya: “ Pevçûnên Hesekê bi kêrî kesên ku dixwazin Sûriyeyê tune bikin tê”
    Etîketan:
    birîndar, kuştî, DAIŞ, Hesekê, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de