14:40 19 Sibat 2018
Zindî
    Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê û PDK-Î

    Yekîtiya Demokratîk a Kurdî serdana PDK-Îyê kir

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku şandeke Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê li bajarê Silêmaniyê serdana desteya nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Îran (PDK-Î) kir û di derbarê pirsa Kurd de axivîn.

    Berdevkê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên li ser malpera Kurdistan Mediayê roja yekşemê (duh) şandeke ji Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê bi serkêşiya Ebdulbaqî Yûsif li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê serdana Desteya Nûnertî ya PDK-Îyê kir û ji aliyê şandeke PDK-Î ya bi serkêşiya Tahir Mehmûdî ve hat pêşwazî kirin.

    Hat diyar kirin ku di civînê de şanda Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê behsa rewşa Sûriyeyê kir, şanda PDK-Îyê jî behsa xebatên xwe yên li Kurdistana Îranê li dijî rejîma Îranê kir.

    Her wiha hat dest nîşan kirin ku di civînê de behsa têkiliyên Kurdistana Îranê û Rojava jî hatin kirin.

    Bi heman mijarî:

    PDK-Î: Dijminê herî mezin yê kurdan Îrane
    PDK-Î yê serdana PYDê kir
    PDK-Î ji bo Qamişloyê peyamek weşand
    KURDISTAN - PDK-Î û PKK ji bo hevkariyê civînek lidar xistin
    PDK-Î: Gelê Rojhilat bi me re ye
    Etîketan:
    pêşwazîkirin, şand, serdan, Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê, PDK-Î, Ebdulbaqî Yûsif, Tahir Mehmûdî, Silêmanî, Sûriye, Rojava, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de