10:34 18 Hezîran 2018
Efrîn û Şêx Meqsûd - Êriş - Operasyon - Berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk

DAIŞê bi çekên giran êrişî Efrînê kir

© Foto: ANHA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Terorîstên rêxistina DAIŞê bi çekên giran êrişî gundên Ebû Fas û Maranezê yên Kantona Efrînê kir.

Efrin — Navenda çapemeniya YPGê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku terorîstên DAIŞê bi çekên giran êrîşî gundê Ebû Fasê ya Şedadê û gundê Maranezê yê Kantona Efrînê kiriye.

Di daxuyanî YPGê hat diyarkirin ku 1ê Cotmehê pişt nîvro terorîstên DAIŞê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser çeperên hêzên wan yên nêzî gundê Ebû Fasê yê giredayî Şedadê.

Herwiha di daxuyaniya YPGê de hat ragihandin ku roja 2ê Cotmehê di saetên şevê de endamên giredayî Koalîsyona Sûreyê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û hawanan êrîş birin ser gundê Maranezê yê giredayî Efrînê.

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Armanca operasyonê ku em sînorên xwe ji YPG-PYDê paqij bikin
DYA: YPG soza xwe bi cî tîne
YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt
YPG û DAIŞê, dîl teqes kirin
Etîketan:
giran, çek, çeper, daxuyanî, êriş, DAIŞ, Çapemaniya YPGê, Efrîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de