10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Firat Cewherî

    ”Hin romanên kurdî hene ku wergerin zimanên cîhanê wê ji zimanê malê bêtir qîmetê bibînin”

    © Foto:
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Romannivîs, wergêr û çîroknivîsê kurd Firat Cewerî li ser werger, roman, wêje û cihê erotîzmê di wêjeya devkî û nivîskî ya kurdî de û herwiha li ser siyaseta kurdan li welatên kurdan, ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Cewerî dibêje hin romanên kurdî hene ku wergerin zimanên cîhanê, wê ji zimanê malê bêtir qîmetê bibînin.”

    Navenda Nûçeyan - Romannivîs, wergêr û çîroknivîsê kurd Firat Cewerî bersiva pirsên Berpirsyarê Spuntikê Kurdistanê Cesim Ilhanî da. Cewerî teqez kir ku pêdiviya me bi wergerê heye ji ber ku zimanê wêjeyî dikemilîne û li ser wergera li zimanê kurdî wiha got, "Îro bi çendan navên baş hene ku berhemên baş ji zimanên orjînal werdigerînin. Dibe ku hin werger mekanîk bin, lê gelek wergerên ku spas û şabaşan heq dikin jî hene. Bi kurtî, îro rewşa wergerê li ba kurdan ne xerab e". Herwiha nivîskarê kurd dilgiraniya xwe li ser helwesta siyaseta kurd li himberî wêjeya kurdî diyar kir, ji ber ku wan guh nedaye wêjeyê û hewl nedaye, wê navneteweyî bikin û wiha dibêje: " Kurd hertim bi siyasetê di navenda dinyayê de ne, lê ez bi hêvî me ku ew ê bi huner û edebiyata xwe jî ber bi chanîbûnê de gavan biavêjin. Bi ya min, nimûneyên ji romanên kurmancîyê ku di pîvanên edebiyata dinyayê de ne hene û ez bi hêvî me ku ew ê di nêzîk de derkevin bazara dinyayê."

    Ji aliyê din ve, nivîskarê kurd behsa nîgaş, hêma û teswîrên erotîmzê di wêjeya kurdî de dike û dibêje: "Erotîzma di edebîyata kurdî ya devkî de dev, lêv, por, stû, çav û memik û belkî jî navik be. Lê ji navê û berjêr danakeve, îstisna ne tê de. Lê di edebiyata nivîskî de ew tabu hatiye şikandin, hê Ehmedê Xanî ji navê û berjêr daketiye. Xanî, Tacdîn û Stî kirine yek laş û ew wek kil û kildankê di hev rakirine."

    Cewerî di dawiyê li ser rewşa kurdan li her çar welatên kurd lê dijîn xweşbîniya xwe diyar dike ku nêz an dûr kurd dê li her çar perçeyan bigihêjin azadiyê û ji ciwanên kurd re wiha dibêje: Divê ew li hemberî hev bêhnfireh û bi tolerans bin û ji berdêla ku neyartiya hev bikin, ew ê dest bidin hev û bi hevkariya hev bi pêş bikevin."

    "WERGÊR HENE KU ŞABAŞ Û SPASIYÊ HEQ DIKIN"

    - Ji ber gelekî behsa romanên te bûye lewra em dixwazin ji cihekî cuda dest pê bikin. Te gelek berhemên cîhanî yên navdar jî wergerandine (Dostoyevsk, John Steinbeck û hwd) gelo tu rewşa hunera wergerê di zimanê kurdî de çawa dibînî?

    Fikra wergerê bêtir dema ku min kovara Nûdemê derdixist bi min re çêbû. Min hingî kovarek bi navê Nûdem Werger jî derdixist ku tenê ji wergerê pêk dihat. Ez di wê baweriyê de bûm ku ancax werger zimanê me ê edebî bikemilîne û me ber bi şirîkatiya edebiyata cîhanê de bikişîne. Ji bilî kovara xwerû wergerê Nûdem Werger, min di Nûdemê de jî cihekî mezin dida wergerê. Gava bi Nûdemê re min weşanxaneya Nûdemê jî ava kir, êdî min giranî da wergerandina kitêban û ji nivîskar û wergêrên kurd daxwaza wergerê kir. Digel berhemên nivîskarên malê, me tibabek ji edebiyatê cîhanê jî wergerand. Piştî demekê êdî hêdî hêdî rûnişt. Dûre hin der û dorên din jî dest bi wergerê kirin û karên pir baş kirin. Herçiqas ez bi xwe niha bi giranî konsantreyî nivîsandina romanê bim jî, carina di nav re tiştinan werdigerînim. Lê îro bi çendan navên baş hene ku berhemên baş ji zimanên orjînal werdigerînin. Dibe ku hin werger mekanîk bin, lê gelek wergerên ku spas û şabaşan heq dikin jî hene. Bi kurtî, îro rewşa wergerê li ba kurdan ne xerab e.

    "WEGER ZIMANEKÎ, BI TAYBETÎ ZIMANÊ EDEBÎ DIKEMILÎNE"
    - Di nêrîna te de, hunera wergerê ji bo pêşketina wêjeya zimanekî û wî zimanî bi xwe jî, çiqasî giring e? Divê berhemên çawa bo zimanê kurdî bên wergerandin?

    — Bêguman hewcedariya me bi nivîsakrên xwemalî, bi nivîskarên malê heye ku çîroka me, rewşa me, jiyana me, bi zimanê me bigihînin xelkê. Lê belê hewcedariya me gelekî bi wergerê jî heye. Werger zimanekî, bi taybetî jî zimanê edebî dikemilîne. Bi xêra wergera ji edebiyata dinyayê, bi xêra zimanê ku nivîskarên hoste ava kirine, em dikarin pê zimanê xwe ava bikin. Gava mirov bi xwe dinivîsîne, mirov xwe di zanebûna xwe de bi sînor dike, mirov bi qasî zimanê ku mirov pê dizane dikare ya dilê xwe bide der. Lê werger ne weha ye. Ji xwe ku werger ji nivîskarên hoste be, veguhestina fikir, raman û formulasyonên nivîskêr ji wergêr re dibe sebeba ku ew xwe biêşîne û ji kirasê zimanê xwe ê teng derkeve, bi asoyeke firehtir û zimanekî kemilîtir ragihîne me. Yanî werger me mecbûr dike ku em xwe bigihînin edebiyata cîhanê ya bilind. Loma, ew hem ji xwendevanan re dibe çavkanî, hem jî ji nivîskaran re. Ji ber ku edebiyat ne tenê folklor e, divê zimanê edebiyatê, li gora dema xwe, yê folklorîk derbas bike. Loma, ev jî, gelek caran bi riya wergerê dikare bibe û bi ser bikeve. Mirov nikare bibêje divê filan berhem werin wergerandin, an filan berhem neyên wergerandin. Divê di zimanekî de her tişt hebe û bêguman her tişt werin wergerandin. Lê heke mirov bineqîne û wergerîne wê her baştir be…

    "MIXABIN! SIYASETA KURD, GUH NEDAYE EDEBIYATA KURDÎ"

    - Eger em li ser romana kurdî rawestin, romana kurdî li gorî romana cîhanî, di çi astê de ye?

    — Romana kurdî digel kesadbûna bazara malê û digel hê jî qedexeya li ser zimanê kurdî dîsa li cihekî baş e. Ne gelek bin jî, hin romanên kurdî hene ku wergerin zimanên cîhanê wê ji zimanê malê bêtir qîmetê bibînin. Loma divê ajansên edebiyata kurdî ava bibin ku bikaribin malê xwe derxin bazarên dinyayê û li wir bazar bikin. Mixabin, kurd, ji kurdan jî wêdetir desthilatdariyên kurd, çi di dereceya hikûmetî de, çi jî di dereceya partîtiyê de zêde guh nedane ziman û edebiyata kurdî û hewl nedane ku edebiyata kurdî navneteweyî bikin. Lê, digel wê jî ez bi hêvî me ku wê romana kurdî û edebiyata kurdî li asmanê cîhana edebiyatê wek strêrkan biçûrise. Ne dûr, pir nêzîk!

    "HÊVÎ DIKIM, KURD NE TENÊ BI SIYASYETÊ LÊ BI EDEBIYATA XWE JÎ CÎHANÎ BIBIN"

    - Berê rexneyeke wiha hebû ku romanên kurdî ne asteke cîhanî de ne lê ev sê meh in ku wergera romana Bextyar Elî li Almanyayê, pirtûka herî zêde tê firotin. Gelo em ji bo romanên kurmancî dikarin çi bibêjin?

    — Gava malekî mirov ê baş hebe ew ê li bazara dinyayê jî pere bike. Lê divê hin hebin ku wî malî derxin bazara dinyayê. Nimûneya Bextiyar Alî nimûneyeke berbiçav e û hêviyeke mezin dide edebiyata me. Ew ê hêdî hêdî deriyê huner û edebiyata kurdî li dinyayê vebe. Kurd hertim bi siyasetê di navenda dinyayê de ne, lê ez bi hêvî me ku ew ê bi huner û edebiyata xwe jî ber bi chanîbûnê de gavan biavêjin. Bi ya min, nimûneyên ji romanên kurmancîyê ku di pîvanên edebiyata dinyayê de ne hene û ez bi hêvî me ku ew ê di nêzîk de derkevin bazara dinyayê.

    "ERÊ, ZIMANÊ ME DEWLEMEND E…"

    - Gelek rexne li we tên girtin ku we destûr da, pirtûkên we bên wergerandin bo zimanê tirkî ku ev jî di encamê de nirx û ihtimala xwendina yên kurdî di nav kurdan de bi xwe dê kêm dike. Gelo hûn li ser vê çi difikirin?

    — Heke kurd di zimanê xwe de hesas bin kêfa min tê, welew ew rexneyan jî li min bigirin. Ên dizanin, dizanin ku min hemû jiyana xwe li ser ziman û edebiyata kurdî kiriye. Loma jî, gava kurdî qedexe bû min destûr nedida ku berhemên min wergerin tirkî, lê kengî ew qedexeya bêmane rabû, min hingî destûr da. Îro bi hezaran xwendevanên min ên tirk jî hene ku bi riya romanên min, an romanên Mehmed Uzun ku wergeriyane tirkî haya wan ji edebiyata kurdî çêdibe. Hin tirk gava romanên me dixwînin, dibêjin ev bi rastî we bi kurdî nivîsandibû? Ew dibêjin, divê zimanekî we ê pir dewlemend hebe. Erê, zimanê me dewlemend e, divê edebiyata me wergere hemû zimanan, belkî jî di serî de wergere tirkî, farisî û erebî, da ew cîranên me, ên ku serdestên wan tadeyeke mezin gihandine me, bibînin ku edebiyateke me heye, heye û têra xwe dewlemend e…

    - Bi qasî em dizanin ku nîgaş, hêma û teswîrên erotîk di wêjeya kurdî ya devkî de zêde ne lê gelo erotîzm di wêjeya kurdî ya nivîskî de çawa ye? Cihekî çawa digire?

    — Ji xwe erotîzma di edebiyata kurdî ya devkî de navdar e. Memik cihekî taybetî û mezin di edebiyata kurdî ya devkî de digire. Bêyî îstisna, hema bêje di hemû stiranên kurdî de memik heye û dengbêj bi hunereke pir xweş wî aliyê jinê ê spehî û erotik pêşkêşî me dike û bi awayekî dilê me dibijînê. Erotîzma di edebîyata kurdî ya devkî de dev, lêv, por, stû, çav û memik û belkî jî navik be. Lê ji navê û berjêr danakeve, îstisna ne tê de. Lê di edebiyata nivîskî de ew tabu hatiye şikandin, hê Ehmedê Xanî ji navê û berjêr daketiye. Xanî, Tacdîn û Stî kirine yek laş û ew wek kil û kildankê di hev rakirine. Di edebiyata min bi xwe de jî erotîzm heye. Hevalên din jî ên ku erotîzm di berhemên xwe de bi kar anîne hene. Ji xwe divê nivîskar xwe ji sansur û otosansurê rizgar bikin. Divê ew nebin hêsîrên îdeolojî û teolojiyan û xwe di kirasekî teng de nefetisînin. Ji bo berhemekê çi lazim be, divê nivîskar wê daxe ser kaxezê.

    " DÛR AN NÊZÎK, HEMÛ PERÇEYÊN KURDISTANÊ DÊ BIGIHÊJIN AZADIYÊ"

    - Em hinekî behsa siyasetê bikin. Rewşa kurdan li Bakur, Rojava, herêma Kurdistanê û Kurdistana Îranê çawa dibînî?

    — Ev pirsek e ku bersiveke pir berfireh jê re divê. Îro li Rojhilata navîn tevliheviyeke mezin heye. Şerek heye, lê gelek alî û gelek serî di nav vî şerî de ne. Çi şerên ku li Rojhilata navîn li dar dikevin, bi awayekî digihîje kurdan. Kurd ji bo xwe, an jî ji bo hinin din hertim di eniya şer de ne. Digel hemû trajedî û êşa giran jî, dîsa ez xweşbîn û bi hêvî me ku dûr an nêzîk wê kurd li hemû perçeyan bigihîjin azadiya xwe.

    CIWANÊN KURD JI MIN BAŞTIR DIZANIN…

    - Bi taybetî eger tu bixwazî tiştekî ji ciwanên kurd re bibêjî, tu yê çi bibêjî?

    — Ciwanên kurd jîr in, dînamîk in, li ser lingan in. Gelek ji wan hem li welêt, hem jî li dinyayê di warên cihê de bi ser ketine. Nivşê me ji bo pêşeroja wan xebitîn, îro pêşeroja me li ser milên wan e. Ew ê jî ji bo nivşê li dû xwe bibin hîmê avakirina pêşerojeke rohnî. Ji xwe ne hewce ye ku ez şîretan li wan bikim, ew ji min baştir dizanin ku divê ew li hemberî hev bêhnfireh û bi tolerans bin û ji berdêla ku neyartiya hev bikin, ew ê dest bidin hev û bi hevkariya hev bi pêş bikevin. Ew wek hev nefikirin jî ew ê bi hev re bimeşin. Û ez nabêjim divê ew li zimanê xwe xwedî derkevin, ji xwe ew dizanin ku zimanê wan nîşana hebûna wan e.

    "GAVA CIVAT BI FIKIREKÊ TENÊ TÊ BIRÊVEBIRIN, ŞELAF PIR DIBIN"

    - Tu dizanî di navbera aliyê siyaseta kurdan de, tengasî û alozî hene, gelo tu dixwazî ji siyaseta kurdan re, ji alî, partî û rêxistinên kurdan re çi peyamê bişînî?

    — Ez mirovekî serbiwe û bêalî me. Loma, ez hertim alîgirê diyalog û hevkariyê me. Ez tu carî nabêjim divê hemû kurd bibin yek, lê ez dibêjim divê kurd fêrî xebata bi hev re bibin. Bila partiyên kurdan ên cihê hebin, bila hevdu bidin ber pêla rexneyan jî, lê bila neyartiya hevdu nekin. Ne tene du partî, divê bi çendan partiyên cihê hebin. Di civatekê de çiqas fikrên cihê hebin, ewqasî cih li demokrasiyê fireh dibe. Gava civatek an sîstemek tenê bi fikrekê were birêvebirin, cih li demokrasiyê teng dibe, şelaf û şabaşvan pir dibin û dîktator demeke dirêjtir li ser kursiyê dimînin.

    "SERXWEBÛNA BAŞÛR Û FEDERASYONA ROJAVA, DÊ KURDAN BIKE XWEDÎGOTIN"

    - Ji bo federasyona Rojavayê û serxwebûna herêma Kurdistanê, tu siberojeke çawa dibînî?

    — Kurdan ji bo azadiya xwe pir bedel dane. Hatine kuştin, hatine girtin, îşkence dîtine. Pir ji destên rejîmên totalîter û rêveberên diktator kişandine. Loma, wan hem federasyon, hem otonomî, hem jî serxwebûn heq kirine. Bi gotineke din, kurd çi bi dest bixin baş e, ji bo pêşeroja wan hêviyek e. Serxwebûna Başûr û federasyona Rojava wê kurdan li dinyayê jî bike xwedîgotin. Dibe ku di rojên pêş de herdu beş bibin yek jî. Lê, cihê bin, an jî bi yek bin divê demokratîk bin. Divê di warê demokrasiyê de li Rojhilata navîn bibin nimûne.

    FIRAT CEWERÎ KÎ YE?

     فرات جه‌وه‌ری
    فرات جه‌وه‌ری

    Firat Cewerî li aliyê Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ket nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.

    Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Cara pêşî bi Nûdemê edebiyat û siyaseta rojane ji hev hat veqetandin. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.

    Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingeha edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.

    Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de hatine xwendin.

    Ev demek e Cewerî xatir ji çîrokê jî xwestiye û ketiye cîhana romanê. Wî heta niha bi navê Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû çar roman nivîsandine û hem di cîhana edebî ya kurdî de hem jî ya tirkî de bi baldarî tête şopandin.

     

    Bi heman mijarî:

    WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...
    Îranê cil û bergên kurdî qedexe kirin
    Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
    Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
    Filmê kurdî xelata baştirîn film wergirt
    Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
    3 stranbêj ji ber stranên kurdî hatin desteserkirin
    Demirtaş bersiva wan nûçeyan da ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane'
    Etîketan:
    erotîzm, roman, werger, wêje, Firat Cewerî, bextiyar Elî, Sûriye, Tirkiye, Rojava, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de