08:44 22 Hezîran 2018
Li Herêma Kurdistanê mamoste xwepêşandan lidar xistin

Mamoste li Herêma Kurdistanê careke din derketin kolanan

© Foto : Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Mamosteyên bajarên Dihokê û Silêmaniyê mamoste ji ber nedana mehaneyê wan careke din derketin kolanan.

Silêmanî- Li Herêma Kurdistanê ji ber ku demeke dirêje mehaneyên wan an nayê dayin an jî kêm tê dayin mamoste careke din derketin kolanan. Danê sibê mamoste li bajarê Silêmaniyê li ber Navenda Perwerdahiya Rojava ya Silêmaniyê kom bûn û li vir konê nobetê danîn. Çavlirêye ku îro bernameya rojên xwepêşandanên mamosteyan aşkere bibe.

Herwiha cara pêşîn li Dihokê jî mamoste derketin kolanan û xwepêşandan dan destpêkirin.

Mamosteyên hefteya borî li Herêma Kurdistanê daketibûn kolanan û daxwaza dana mehaneyan kiribûn û ji ber helwesta wan rexne biribûn li ser rêveberiya Herêma Kurdistanê.

Bi heman mijarî:

Mamosteyên Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin
Mamosteyên Kurdistanê ji bo muçeyên xwe derketin kolanan
Yekîtîya Mamosteyên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe dixwazin
Mamosteyên Kurdistanê nîvê miaşê Îlona 2015an werdigirin
Etîketan:
mehane, xwepêşandan, mamoste, Navenda Perwerdahiya Rojava ya Silêmaniyê, Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Dihok, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de