05:19 20 Tebax 2017
Zindî
    Jeo Biden Mesûd Barzanî

    Biden serkeftin ji Barzanî re xwest

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî û ji bo serdana wî ya Bexdayê serkeftin jê re xwest.

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe li gel şandeyekê dê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike.

    Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi Mesûd Barzanî re axiviye.

    Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

    "Di vê peywendiya telefoniyê de Cîgirê Serokê Amerîkayê piştgîriya xwe û welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û şandeya pê re ya Bexdayê nîşan daye û hêvî kiriye ku ev serdan serkeftî be û encameke baş bide û pêvajoya diyalog û danûstandin û hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda de berdewam bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî îro diçe Bexdayê
    Barzanî diçe Bexdayê
    Demîrtaş û Barzanî dîsa li hevdu civiya
    Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê dicivin
    Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest
    Demîrtaş li gel Nêçirvan Barzanî civiya
    Etîketan:
    serdana Barzanî bo Bexdayê, Mesûd Barzanî, Jeo Biden, Hewlêr, Bexda, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de