20:07 22 Îlon 2017
Zindî
    Encamnameya Komxebatê ya KNKê

    KNKê encamnameya komxebat a xwe daxuyand

    © Foto
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Encamnameya komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya di derbarê Herêma Kurdistanê de ya bi navê ‘Şêwira Neteweyî' hat daxuyandin.

    Navenda Nûçeyan — Encamnameya komxebata KNKê ya di derbarê Herêma Kurdistanê de ku di 24 û 25ê Îlonê de li Kerkûkê bi navê ‘Şêwira Neteweyî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê: Helwest û Piştgirî' hatibû lidar xistin.

    Di encamnameyê de hat diyar kirin ku divê saziyeke îdarî ya siyasî ku hikumet û partî ji hevdu cuda ne, were avakirin û hat pêşniyar kirin ku divê aboriya neteweyî ji berjewendiyên şexsan û partiyan cuda were girtin û divê ji bo dahatên neteweyî saziyeke xezîneyê ya neteweyî were axakirin.

    KNKê di encamnameyê de balkişand ser parastina serweriyê ya axa Kurdistanê û di encamnayê de hat xwestin ku sînorên di navbera perçeyên Kurdistanê de werin rakirin. Ji encamnameyê çend xalên girîng wiha ne:

    Herwiha di encamnameyê de di derbarê dîplomasiya Kurdistanê û têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rojava de jî hat xwestin ku bila li Herêma Kurdistanê nûnertiya Rojava, li Rojava jî nûnertiya Herêma Kurdistanê were vekirin û hat dest nişan kirin divê akademiyeke Kurdan were damezirandin û lobiya Kurdan were bi hêz kirin.

    Li gel vê yekê di warê leşkeri de jî hat xwestin ku bila hêzêke leşkeriya hevpar a neteweyî were avakirin û hat diyar kirin ku bila hêzên şervanên PKKê û hêzên pêşmerge li hemû cihên Kurdistanê yên rizgarkirî bimînin. Dîsa KNKê di encamnameyê de derbirî ku ew ê ji bo ku Kurdên li derveyî welêt dijîn, ne wek Tirkiyeyî, Iraqî, Îranî û Sûriyeyî, wek Kurdistanî werin nasîn, xebatan bimeşînin.

    Komxebata KNKê di 24 û 25 ê Îlonê de li Kerkûkê bi beşdarbûna 250 delegeyan hatibû lidar xistin.

    Bi heman mijarî:

    Komxebata KNKê ya li Herêma Kurdistanê bi dawî bû
    KNKê derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da
    Şandeyek ji Rojava û KNKê li Afrîkaya Başûr e
    Asayişê meşa KNKê asteng kir
    KNKê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
    Etîketan:
    diyarkirin, piştgirî, helwest, daxuyandin, encamname, komxebat, Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK), Herêma Kurdistanê, Rojava, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de