08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    Li Herêma Kurdistanê mamoste xwepêşandan lidar xistin

    Mamosteyan heta roja pêncşemê dem dan hikûmeta Herêma Kurdistanê

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Mamosteyên li Herêma Kurdistanê li hemberî qutkirin û nedana meaşên xwe li çend bajaran xwepêşandan lidar xistin. Mamosteyan diyar kirin ku heke hikûmet heta roja pêncşemê bersiva daxwazên wan nede wê careke din neçin dibistanan û derkevin kolanan.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Beriya niha bi çend rojan mamosteyên li Herêma Kurdistanê li hemberî nedan û qutkirina meaşên xwe diyar kiribûn ku wê îro dibistanan boykot bikin û xwepêşandanê lidar bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Silêmanî, Germiyan, Helebçe, Raperin, Çemçemal û li qeza û nahiye yên van bajaran bi deh hezaran mamoste di heman demê de daketin kolanan û xwepêşandan lidar xistin.

    ‘MAMOSTE DIXWAZIN KU JIYANA WAN BAŞ BIBE'

    Endamê Sekreteriya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Berhem Mistefa derbarê daxwazên mamosteyan de ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Mistefa diyar kir ku xwepêşandan li bajarên weke Silêmaniyê, Raperîn, Helebçe, Germiyan û yên din bi hejmareke gelek mezin lidar ketin û bi awayekî medenî birêve çûn.

    Berhem Mistefa dibêje ku mamoste daxwaza mudçeyên xwe dikin û wiha diyar kir: "Li hemberî birîna meaşên mamosteyan derketin kolanan. Doza mafê xwe dikin. Dixwazin meaşên wan bên dayin. Hikûmeta Kurdistanê bê minet û bê xem e. Em weke mamosteyan me biryar da ku em neçin dibistanan û nekevin dersan. Heta ku jiyan û guzeranê baş nekin."

    ‘LI HEMBERÎ HIKÛMETA HERÊMÎ SLOGAN HATIN AVÊTIN'

    Li gorî zanyariyên çapemeniya Herêma Kurdistanê ragihandiye Li Ranyayê di navbera xwepêşandêran û hêzên asayişê de gengişî derketiye. Li vir her wiha asayişe êrîşî tîmên Rojnews û KNNê kiriye. Berhem Mistefa jî diyar dike ku bi giştî xwepêşandan di nava aramiyê de û bi awayekî medenî birêve çûye: "Mamosteyên Silêmaniyê bi yek dengî xwepêşandaneke medenî pêk anîn. Daxwaza mafê xwe kirin. Hejmareke gelek mezin beşdarî hebû. Xwepêşandêran slogan avêtin ku birûxe ev desthilatdarî. Mebest Hikûmeta Herêm e. Xelk gelekî birçî ye, gelekî bê taqet e. Em gelekî kêfxweş in ku xwepêşandan bi aramî û bi medenî birêve çû. Bi ti şêweyekî alozî nebû. Pirsgirêk nebû. Daxwaza xwepêşandêran ew bû ku hikûmet xizmeta gel û muçexwiran bike. Eger nikare xizmeta wan bike û welat birêve bibe, bila biçe."

    Mamosteyên Herêma Kurdistanê heta roja pêncşemê molet dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bersivekê bide wan. Heke heta wê rojê bersiv ji bo wan neyê dayin wê mamoste careke din neçin dibistanan, dersan boykot bikin û xwepêşandanan lidar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Mamosteyên Kurdistanê ji bo muçeyên xwe derketin kolanan
    Yekîtîya Mamosteyên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe dixwazin
    Mamosteyên Kurdistanê nîvê miaşê Îlona 2015an werdigirin
    Etîketan:
    meaş, muçe, xwepêşandan, mamoste, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sputnik Kurdistan, Berhem Mistefa, Rapêrîn, Çemçemal, Helebçe, Herêma Kurdistanê, Germiyan, Silêmanî, Ranya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de