21:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşandanên li Silêmaniyê

    Li Ranya û Hewlêrê hêzên asayişê êrîşî rojnamegeran kirin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li navçeya Ranyayê hêzên asayişa Herêma Kurdistanê êrîş bir ser rojnamegeranan ku xwepêşandan li bajêr dişopandin. Li Hewlêrê jî asayişê êrîş birin ser tîma kanala NRT TV yê û nûçegîhanekî wan birîndar kirin.

    Ranya — Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê hêzên asayişa Herêma Kurdistanê êrîş bir ser nûçegîhanên Rojnews, KNN û Rûdawê ku li vî bajarê xwepêşandan dişopandin.

    Li gorî nûçeya Rojnewsê dema xwepêşandêr ji ber Bahçê Giştî ber bi qaymeqamtiyê ve dimeşiyan hêzên asayişe pêşî li rojnamegeran girtine û êrîşî wan kirin.

    Di encama vê êrîşê de nûçegîhanê Rojnewsê û yên KNNê hatin derb kirin û dest danîne ser kameraya wan.

    Di vê navberê de li gorî nûçeya Rûdawê jî ekîba wan a li Ranyayê xwepêşandan dişopandin rastî êrîşê hatine û di encamê de nûçegîhanê wan Senger Abdurehman û kameramanê wan Ahmed Umer hatine desteserkirin.

    Kanala Televizyonê ya NRT yê jî ragihand ku li Hewlêrê êrîş li ser peyamnêr û kameramanê wan bûye. Li gorî vê ragihandinê nûçegîhanekî wan birîndar bûye yek jî hatiye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Mamosteyên Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin
    HIŞYARÎ – “Bila xwepêşandin nebe mijara bazara siyasî, divê peyameke çalakiyan hebe”
    Etîketan:
    rojnameger, êrîş, desteserkirin, Hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, KNN, Rûdaw TV, Rojnews, Ahmed Umer, Senger Abdurahman, Baxçê Giştî, Herêma Kurdistanê, Silêmanî, Ranya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de