09:59 21 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona rizgarkirina Şengalê, pêşmerge êrişî çeperên DAIŞê dike.

    Şerekî giran li Şingalê derket

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14101

    Li navçeya Şingalê DAIŞê bi çekên giran êrîşî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de şerekÎ giran di navbera herdû aliyan de derket.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê îro li navçeya Şingalê êrişek pêk anî lê rastî bersiveke tund a Hêzên Pêşmerge hatin.

    Li gorî nûçeyan Rûdawê, Fermandeyê Fewca 1ê ya Fermandariya Şingalê ya Hêza Pêşmerge, Mam Qewal di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞê îro li Şingalê bi çekên giran êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kir.

    Mam Qewal got, DAIŞê bi hawinên 120 mm êrişî çeperên Pêşmerge yên li nêzîkî Kargeha Çîmento ya Şingalê kir û dûre jî bi çekên giran ên weke Duçka û çekên din çeperên pêşmergeyan kirine armanca êrişên xwe.

    Ji aliyê din ve fermdarê pêşmere da zanîn ku çekdarên DAIŞê hewl da derbasî nav çeperên Hêzên Pêşmerge bibin lê tûşî berdiveke tund ji aliyê pêşmergeyan ve hatin.

    Herwiha Qewal wiha dewam kir: "Hêzên Pêşmerge bi çekên giran û topxaneyê bersiva êrişa çekdarên DAIŞê da û şerekî tund derket. Di encamê de otomobîleke leşkerî û hawineke 120 mm ên DAIŞê hatin têkbirin."

    Mam Qewal tekez kir ku 5 çekdarên DAIŞê di pevçûnan de hatin kuştin û êrişa wan hat têkbirin.

    Herwiha fermandarê Hêza Pêşmerge diyar kir: "Di êrişê de ti zirar negihîşt Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê neçar man ber bi cihên xwe yên berê ve paş ve vekişin."

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    "Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    Etîketan:
    hawin, duçka, şer, Pêşmerge, DAIŞ, Mam Qewal, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de