16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Kosret Resul

    YNK: Pêwîst e Amerîka bêtir alî kurdan bike

    © Foto: Nerinaazad
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Şandeyeke payebilind a Amerîkayê serdana her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Berhem Salih kir. Kosret Resûl di civîna li gel şanda Amerîkayê de daxwaz ji rayedarên Washingtonê kir ku bêtir alîkariyê bidin kurdan.

    Silêmanî - Îro şandeyeke payebilind a Amerîkayê li bajarê Silêmaniyê bi Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî re civiya.

    Şandeya Amerîkayê ji Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas A. Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Ken Gross û çend berpirsên din pêk hatibû.

    Nivîsgeha Kosret Resûl Elî daxuyaiyeke nivîskî li ser civînê da ku tê de tê gotin: "Di civînê de her pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, hevkarî û hemahengiyên navbera her du aliyan hatin gotûbêjkirin."

    Herwiha di civînê de, ‘Kosret Resûl Elî spasiya hevkarî û piştevaniyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Washington zêdetir alîkariyê bide Kurdan."

    OPERASYONA MÛSILÊ JÎ HAT AXIFTIN

    Li gorî daxuyaniyê, mijareke din a civînê behskirin derbarê pêngavên pratîkî yên bo kontrolkirina Mûsilê û deverên di bin desthilata DAIŞê de bûye.

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku Kosret Resûl gotiye: "Rizgarkirina Mûsilê û deverên di bin desthilata DAIŞê de karekî giring e û pêwîst e bi hişmendiyeke haydarîve were kirin û lazim e ku rol û pêgeha kurd li ber çavan were girtin."

    DIVÊ ARÎŞEYÊN NAVXWEYÎ WERIN ÇARESERKIRIN

    Parlamentoya Herêma Kurdistanê
    © Foto: krg.org
    Cîgirê Yekem ê Sekreterê Gişît yê YNKê destnîşan kir: "Her weke çawan ku Pêşmerge hêzeke mezin û xwedî bandor e di şerê rûbirûbûna terorîstan de, her wiha jî pêwîst e di qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê û deveran de rol û pêgeha wê li ber çav were girtin."

    Li gorî daxuyaniyê, di beşeke din a hevdîtinê de behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, arîşe û kirîzên heyî hatiye kirin û her du aliyan tekezî li ser wê kirin, ku divê arîşe û kirîz werin çareserkirin û debara xelkê û muçeyên karmendan li pêşiya her tiştekê be.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Newşîrwan Mistefa got, ez ê hemû rêkevtinan têk bibim!
    Konseya Hevbeş a YNK û Goran civiya
    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    FLAŞ ÎDIA - PKK, YNK û Goran encûmeneke leşkerî ya hevbeş dadimezirînin
    Pêşniyara PDKê, YNK dabeş kir
    YNK û Goran di bin baniyekê de dicivin
    “Malikî soza xweseriyê ji bo Silêmaniyê da YNK-Goranê”
    Etîketan:
    Alîkarî, DAIŞ, Ken Gross, Douglas A. Silliman, Berhem Salih, Kosret Resûm, Mûsil, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de