01:16 26 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş û Osman Baydemir

    Demirtaş bersiva wan nûçeyan da ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane'

    © Foto: DHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 117 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê wan nûçeyan de axivî ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane". Demirtaş got uk ‘Erê, dibe ku ev ji bo me şermek be. Neaxavtina min a bi kurdî kêmaseyeke, lê ne kêmasiya min ya dewleta tirk e."

    Hewlêr — Di dema serdana Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û şandeya HDPê ya Herêma Kurdistanê de derbarê Demirtaş de hin nûçe û nirxandin hatin belavkirin ku Demirtaş bi kurdî nizane. Selahattin Demirtaş derbarê vê mijarê de ji rojnamegerên Herêma Kurdistanê re axivî.

    Demirtaş diyar kir ku ew Dimilî ye û bi dimilkî dizane û wiha berdewam kir: "Ez Zaza me. Bi zazakî dizanim. Ez bi kurdî û soranî jî dizanim. Lê di dema nirxandinên siyasî de zehmetiyan dikişînim. Ji ber wê ez bi tirkî nirxandinan dikim. Erê ev şermeke. Lê, ev ne ya min e, ya dewleta tirk e. Şerma polîtîkaya asîmîlasyona wan e. Ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê her tiştan biaxivim. Bi zazakî, kurmanî, soranî û zaravayên din. Dibe ku ev ji bo me kêmasiyek be. Lê ev ji bo me ne şer me, ev şerm a wan e."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest
    Demirtaş: Em bi ruhê yekîtiyê ji bo aştiya kurdan dixebitin
    Hevdîtina Mîranî û Demirtaş - Armanc damezirandina dewleta Kurdistanê ye
    Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir
    Demirtaş gihişt Navenda Giştî ya PDKê
    Selahattin Demirtaş bi Berhem Salih re civiya
    Etîketan:
    zimanê dayikê, polîtîkaya asîmîlasyonê, soranî, dimilî, zazakî, kurmancî, kurdî, HDP, Selahattin Demirtaş, Herêma Kurdistanê, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de