13:43 21 Hezîran 2018
Nêçîrvan  Barzanî û Selahettin Demirtaş

Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest

© Foto :
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hate ragihandin ku şandeya HDPê di bin serokatiya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di gera xwe ya 4 rojan ya li Herêma Kurdistanê de ji bo pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike ji rayedarên Herêma Kurdistanê piştgirî xwestiye

Navenda Nûçeyan — Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serdana xwe ya li bajarê Silêmaniye û Kerkukê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Iraqê yê berê Mam Celal, gelek partî û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anît.

Li gorî daxuyaniya ku ser malpera Herêma Kurdistanê hate dayîn de şandeya HDPê ji bo pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî xwestiye û Barzanî jî ji bo meseleya kurd bi riyên dîyalok û aştiyê bê çareserkirin çi ji destên wan bê, dê bikin.

Herwiha Demirtaş piştî hevdîtinên xwe di civîna çapameniyê de diyar kir ku partiyên Herêma Kurdistanê gelek xwedî tecrubene û armanca serdana wan jî rageşiya di navbera partiyan de daxînin asta herê jêr û ji bo riya diyalogê vekin dê alîkariyê bidin.

Hate ragihandin ku serdana şandeya HDPê piştî 4 rojan dawî bûye û bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê dê vegerin Tirkiyeyê.

Bi heman mijarî:

Hevdîtina Mîranî û Demirtaş - Armanc damezirandina dewleta Kurdistanê ye
Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir
Demirtaş gihişt Navenda Giştî ya PDKê
Selahattin Demirtaş bi Berhem Salih re civiya
Etîketan:
pêvajo, diyalok, çareserî, piştgirî, serdan, hevdîtin, Hevserokê HDPê, Mam Celal, Selahattin Demirtaş, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de