10:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Rojnamevanê kurd Salîh Turan

    Rojnamevanê kurd: Dibe serdana HDPê ya başûr, wê vegerîne ser xeta neteweyî

    © Sputnik.
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 92 0 0

    Rojnamevanê kurd Salih Turan di nivîseke xwe de ku Nûçexaneyê de weşandiye, serdana HDPê bo Herêma Kurdistanê wiha nirxand, "serdana şandeya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê bi taybet jî dîmena pêşwazîkirina fermî ya di asta protokola bilind de dikare ji bo mala Kurdan bibe hincet ji bo pêngavên xurtkirina pêwendiyên bizavên siyasî yên Kurdan."

    Navenda Nûçeyan —Turan di nivîsa xwe de teqez dike ku ev dîmenên hevdîtinê ku di medyaya Herêma Kurdistanê hatin weşandin bûne, nakokî û dijberiyên navbera kurdan dane jibîrkirin û wiha dibêje: "Anku wan çend kêliyên hevdu hembêzkirinê hişt ku dilê kurdan di nav her malekê de şa bibe."

    "BIRÊVEBERÊN BAŞÛR DIXWAZIN PEYAMA TIFAQ Û BIRATIYÊ BIDIN"

    Rojnamevanê kurd diyar dike ku serdana HDPê ji dayîna peyamên nav mala kurdan bêtir, karê dîplomasiyeke navneteweyî û wiha dibêje: "Bi taybet Serok Barzanî û rêvebirên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê diyar e ku dixwazin peyama tifaq û biratîya kurdan bigihînin cîran û dilnexwazên ku serkeftina kurdan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hezm nakin."

    Herwiha Turan balê dikişîne ser rewşa Rojavayê û wiha dibêje: "Dîsa li Rojavayê Kurdistanê geşedanên girîng li ber derî ne û heger tifaqa nav kurdan çêbibe dibe ku statuyeke xurt a siyasî jî ji bi dest bixin."

    "DEMÎRTAŞ KESEKÎ JÎR E"

    Ji aliyekî din ve, nivîskarê kurd behsa HPDê dike ku xwe wek partiyeke Tirkiyeyî dide nasîn dike û wiha dibêje: "Bi taybet Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji ber kurdbûna xwe wek sembol û rêberekî siyaseta Kurd jî tê qebûlkirin."

    Turan destnîşan dike ku Hevserokê HDPê kesayeteke zîrek û jîr e û rexneyên li Demirtaş dihatin girtin bi bîr tînin û wiha pê de diçe: "Loma jî serdana Başûrê Kurdistanê ya Demirtaş û hevalên wî girîng e, hem ji bo HDP bikaribe ji rewşa xwe ya tengav rizgar bibe hem jî xeta Kurdî ya nav HDPê bikaribe vegere ser siyaseteke netewî ya xizmeta kurdan jî bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir
    Demirtaş gihişt Navenda Giştî ya PDKê
    Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
    Selahattin Demirtaş serdana Kurdistanê dike
    Demirtaş wekaleta xwe ya qurbanê da Komeleya Rojava
    Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
    Etîketan:
    serdana Demirtaş bo herêma Kurdistanê, HDP, Serok Barzanî, Salih Turan, Başûrê Kurdistanê, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de