09:10 26 Gulan 2018
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtinek pêk anîn

Di hevdîtina herdû serokên kurdan de hevkariya kurdan hat axaftin

© Foto : Serokatiya Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

Hevdîtina Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş û Serokê Herêma Kurdistanê ku 3:30an berdewam kir bi dawî bû.

Pîrmam — Hat ragihandin ku hevdîtina Demirtaş û Barzanî nêzîkî sê saet û nîvan berdewam kir û mijara çareseriya pirsa kurdan, çareseriya aştiyane û hevkariya navbera kurdan hatin axiftin.

Herwiha di dawiya hevdîtinê de, Demirtaş du pirtûk li ser hunermendên Aram Tigran û Ayşe Şanê û minyatûreke bajarê berhemên Amedê yên di lîsteya mîrasa çandî ya dinyayê de diyarî Barzanî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ji hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Me hevdîtineke gelekî berhemdar bi navenda HDPê, Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş û Osman Baydemir re pêk anî"

Ji aliyekî din ve, Serokatiya Herêmê daxuyaniyek derbarê civînê de weşand û tê de wiha hat ragihandin: "Barzanî bi germî pêşwaziya şandeyê kir û hêvî dike ku pêvajoya aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û girseya kurd li Tirkiyeyê careke din dest pê bike ku wê sûdê bigihîne kurd û tirkan herdûyan."

Daxuyaniyê teqez kir ku Barzanî gelek caran hewl daye ku hikûmeta Tirkiyeyê û hêzên polîtîk ên kurd qanî bike ku li ser xurtkirina pêvajoya aştiyê bixebitin.

Ji aliyê din ve, Hevserokê HDPê piştî civînê konferanseke çapemeniyê da. ​Tiştên Giring ji axiftina Demirtaş wiha ne:

*Kurdistan di rewşeyeke gelekî hesas de ye. Kurd li her 4 perçeyên Kurdistanê di rewşeke gelekî xerab de ne.

*Gava ez dîroka gelê me dixwînim, ez dibînim ku fedakariyeke gelekî mezin heye. Kurd hêj negihîştine qonaxa ku li gorî fedakarî û berxwedana wan be.

*Li Tirkiyeyê her tişt ji bo kurdan qedexe ye.

*Em hîn jî nikarin bi zimanê xwe biaxivin lê rûreşiya vê rewşê ya wan kesan e ku zimanê kurdî qedexe kiriye.

*Ev bêtarên hatin serê me, tenê ne ji sedemên dereveyî bûn.

*Kêmasiyeke me ya mezin e ku di sedsala borî de me nekarî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bêtifqaiya kurdan nehişt ku gelê kurd di sedsala borî de bigihêjin mafên xwe.

*Hîn gelek tişt hene ku divê em bikin ta ku yekîtiya neteweyî pêk bînin.

*Çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye û ev ne kêşe ye lê ev fersend e.

*Divê çapemeniya kurdî û Kurdistanê bi hesasiyeteke mezin tevbigere ku tifaqa nav kurdan bê bidestxistin lê divê dûrî çêr, heqaret û biçûkkirina aliyên din ên kurdî bisekinin.

Bi heman mijarî:

Civîna Barzanî û Demirtaş dest pê kir
Selahattin Demirtaş: "Barzanî rêberekî kurdan e"
Demirtaş: "Barzanî serokê dewleta kurdan e."
Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
Demirtaş: Welatê kurdan Kurdistan e
Etîketan:
Aram Tigran, Osman Baydemir, Selahettin Demirtaş, Pîrmam, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de