15:37 23 Gulan 2018
    PYD, Kurdistan

    PYDê 13mîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir

    © AFP 2018 / Louisa Gouliamaki
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo, bi girseyî 13mîn salvegera damezrandina patiyê pîrozkir.

    John Kirby
    © AP Photo / Manuel Balce Ceneta
    Qamişlo — 13mîn salvegera damezrandina PYDê ji aliyê bi sedan kes ve hate pîrozkirin. Salona şahiyê, bi wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Cangoriyên Azadiyê û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat xemilandin.

    Bi sedan şêniyên bajêr û Endamên Saziyan, Partiyên Siyasî, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê Ebdulkerîm Saroxan û cîgirê wî Husên Ezam, Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Endamê Komîteya Rêveber a PYDê Hesen Koçer, Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo, Sekreterê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo û Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Suryanan Senherîb Birsûm beşdarî şahiya pîrozbahiyê bûn.

    Xwepêşandana PYDê
    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Şahiya pîrozbahityê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Komîteya Rêveber a PYDê Hesen Koçer axivî û damezrandina PYD`ê li tevahî malbatên Şehîdan û Endamên partiyê pîroz kir.

    Koçer derbarê êrîşên li heberî PYDê ji dema damezrandinê ve heta niha derdiketin pêş de axivî û got:" Partiya Yekîtiya Demokratîk ku di sala 2003an de hat damezrandin, rastî gelek astengiyan hat û gelek fedakarî kir ku heta gihîşte vê pêvajoyê, PYDê projeyeke Niştimanî li ser bingeha avakirina Mirov û Civaka Azad ku li gorî wê Civaka Siyasî û Demokratîk tê avakirin ji xwe re esas girtiye".

    Bi heman mijarî:

    PYD, li Hollandayê jî nûneriya xwe vedike
    Kerry: "PYD, vedikişe rojhilate Firadê"
    Çavuşoglu: PYD venegere rojhilata Firatê, em ê tiştê pêwîst bikin
    Amerîka: 'Em ê xebata xwe bi PYD û YPGê re berdewam bikin'
    PYD li Parîsê jî nûnertiyê vedike
    Etîketan:
    axaftin, pîrozbahî, damezrandin, salveger, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Qamişlo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de