10:07 20 Çile 2018
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Bêkarî li Kurdistanê du caran zêde bûye

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî ragihand ku rêjeya betaliyê li herêma Kurdistanê gihiştiye 14% ku ev jî tê wê wateyê ku rêjeya bêkariyê du qatan zêde bûye.

    Hewlêr — Sindî, li Hewlêrê di konferansa "Çarçoveyeke Stratejîk ji bo Parastina Civakê" de axivî.

    Wezîrê kurd eşkere kir ku ji ber qeyrana aborî û rewşa Herêma Kurdistanê, asta bêkariyê gihiştiye ji sedî 14yan.

    Ji aliyekî din ve, ev çend sal bûn ku rêjeya betaliyê li Herêma Kurdistanê 6-7ê bû.

    Herwiha Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna bernameya çaksaziyan daxwaza alîkariyê ji Sindoqa Pereyan ya Navdewletî kir.

    Wezîrê Karên Civakî Mihemed Hewdyanî jî di konferansê de axivî û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku çaksaziyan pêk bîne.

    Hewdyanî got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina qeyranan bi berdewamî planan amade dike."

    Herwiha Wezîrê Karên Civakî destnîşan kir ku ji amaran derdikeve, yasayên parastina civakê li Kurdistanê serkeftî nebûne.

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Hikûmeta Kurdistanê qeyrana aborî ji zanayên misilman re şîrove kir
    Barzanî, ji bo referandum û krîza aborî bi partiyên Kurdistanê re dicive
    Sine: 'Kana zêrê Kurdistanê' û çavkoriya aborî
    Hikûmeta Kurdistanê biryara reformeke aborî girt: Miaşên rayedaran tên kêmkirin
    Etîketan:
    Çarçoveyeke Stratejîk ji bo Parastina Civakê, Sindoqa Pereyan ya Navdewletî, Mihemed Hewdyanî, Elî Sindî, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de