22:34 27 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş û Osman Baydemir

Selahattin Demirtaş: "Barzanî rêberekî kurdan e"

© Foto : DHA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattin Demirtaş ligel heyetekê ji bo hevdîtinan serdana Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr — Selahattin Demirtaş di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ragihand ku armanca serdana wan peşxistina pêwendiyên rêxistin û partiyên kurdî û xurtkirina yekrêziya kurdan e. Kurd di qonaxek dîrokî de derbas dibin û divê mil bidin hevûdû û yekitiya xwe saz bikin.

Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêberekî mezin ê kurdan e û ew dikare ji bo yekitiya netewî roleke mezin bilîze."

Hevserokê HDPê derbarê bernameya xwe de jî got: "ewê îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicivin û sibe jî dê digel Serokê Hikûmeta Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk bînin."

Heyeta HDPê dê 4 rojan li Kurdistanê be û her 2 rojên din jî li Silêmaniyê ligel berpirsên YNKê û Goranê dê hevdîtinan pêk bînin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Serdana Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekîtî û istiqrara nav kurdan e
Dozgeriya Amedê bi tohmeta ‘biçûkxistina dewletê' ji bo îfadeyê bang li Demirtaş kir
Demirtaş bang li hikûmet û PKKê kir: Çekan bisekinînin
Selahattin Demirtaş serdana Kurdistanê dike
Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
Etîketan:
Serdana heyeta HDPê bo Herêma Kurdistanê, GORAN, Hevserokê HDPê, Serokê Herêma Kurdistanê, YNK, Selahattin Demirtaş, Neçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de